Li Xezayê 642 kesên din hatin qetilkirin
Li Xezayê hejmara kesên bi êrîşên hêzên Îsraîlê tên kuştin zêde dibe. Navenda Mafên Mirovan a Xezayê, ragihand ku hejmara Filistîniyên ji dema destpêkirina agirbestê ve hatine kuştin jin û zarok jî di nav de bû 642.
Navenda Nûçeyan- Tevî peymana agirbestê jî li Xezayê binpêkirinên hêzên Îsraîlê didomin. Êrîşên hewayî û êrîşên çekdarî yên li gelek deveran bûn sedema mirina bi dehan jin, zarok û sivîlan.
Tevî ku di ser agirbestê de 136 roj derbas bûn jî hêzên Îsraîlê di 23’ê Sibatê de êrîşên xwe li deverên cuda yên Xezayê domandin û di encama êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn. Çavkaniyên tendirustiyê, diyar kirin ku di 22’yê Sibatê de Basma Benat a 27 salî di encama gulebarana li nêzî Beyt Lahiya de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Mafên Mirovan a Xezayê, ragihand ku ji dema agirbestê û vir ve rojane gelek binpêkirin hatine tomarkirin û ve yekê peymanê bêwate kiriye. Navendê, ragihand ku di vê heyamê de 197 jê zarok 642 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 643 kes jî birîndar bûne.
Navenda Mafên Mirovan a Xezayê, diyar kir ku tenê destûr hatiye dayîn ku ji sedî 43 alîkariyan û ji sedî 15 sotemeniyê derbas bibin û di heman demê de derbasbûnên li deriyê sînor ê Refahê jî ji sedî 43’ê maye û ev yek binpêkirinek giran a qanûna mirovî ya navneteweyî ye û hewceyê lêpirsînek serbixwe ye.