Li Xezayê 6 hezar kes bê mal mane

Li Xezayê ku êrîşên Îsraîl lê didome û hejmara kesên hatine qetilkirin her kêlî zêde dibe, hat aşkerekirin ku 6 hezar kes bê mal mane.

Navenda Nûçeyan – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrîşên Îsraîl li dijî Zîvala Xezayê bê navber didome. Di êrîşên Îsraîl ên di saetên sibehê li dijî herêmên cûda yên Zîvala Xezayê de 7 jê kesên li benda alîkariyê 31 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê di daxuyaniya duh dayî de diyar kir ku ji destpêka êrîşan heta niha hejmara kesên jiyanên xwe ji dest dane giha 64 hezar û 803’an, hejmara birîndaran jî giha 164 hezar û 264’an. Di heman demê de ragihand ku hejmara kesên ji birçîna jiyana xwe ji dest dane 145 jê zarok gihaye 420’an.

6 hezar kes bê mal man

Berdevkê Miduriyeta Parastina Sivîl a li Xezayê Mahmud Basal daxuyaniyek nivîskî da û got: “Îro zêdeyî 6 hezar kesên ku malê wan bûne hedef, bê mal mane. Hêzên dagirker berê li hinek avahiyan geriyane û hişyar kirine, lê belê malên ku hişyar nekirine jî kiriye hedef, ev rewş rê li ber mirin û birîndarbûna hejmarek zêde ya kesan vekiriye.”

Mahmud Basal da zanîn ku welatiyên bajarê Xezayê, ji ber dorpêç û êrîşên bê navber ên Îsraîl, di nava şertên gelek zor dene, zêdeyî 1 milyon mirov ji ber polîtîkayên her kêlî yê êrîş û hilweşandinên Îsraîlê rûbirûyê xeteriya mirinê ne.