‘Li Xezaya wêranbûyî bêyî pêşengiya jinan aştiya civakî çênabe’

Endama Komîteya Navenda Eniya Filistînê Rasmiye el-Arca, diyar kir ku aştiya civakî li Filistînê ji dirûşmek wêdetir e, heta ku ji bo jin, zarok û extiyaran mercên bi ewle çênebin dê pêşî li pêşketina aborî venebe û aramî çênebe.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Li Xezyê ji ber tunebûna zagonan û saziyên zagondanînê, civak di nava kaosê de dijî. Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha ji ber tiştên ku hatine jiyîn yên zêdetir zirarê dîtine jin in; divê bi beşdariya jinan wateya têgeha aştiya civakî were ragihandin û rola wan di vê mijarê de diyarker be.

Tiştên ku Zîvala Xezayê serûbin kir, ne tenê hilweşandina malan û binesaziya bajar e, şerê ku pergala civakî tune kiriye, malbatan di nava “kaosê” de hiştiye. Ji ber tunebûna rêveberî û saziyên darazê, ji bo ku vê rewşa xirab bi dawî bibe û mercên bi ewle çêbibin divê aştiya civakî weke têgehek bingehîn ji bo çareseriyê esas were girtin.

‘Ne hiqûq maye ne jî aştiya civakî lewre Filistîn di her warî de di nava kaosê de ye’

Endama Komîtea Navenda Eniya Rizgariya Filistînê, Rasmiyye el-Arca, diyar kir ku aştiya civakî ji bo rewşa ku niha Filistîn tê de ye, têgehek xwedî wateyeke berfireh û wiha domand: “Niha ne hiqûq maye ne jî aştiya civakî. Ji ber êrîşên ku nêzî sê salan e didomin hemû zagon û saziyên darazê ji holê rabûne. Filîstin di her warî de di nava kaosê de ye. Ne navendeke polîsan, ne jî zagonên ku rêjeya binpêkirinan kêm bikin hene. Di vê rewşê de aştiya civakî ne pêkan e. Bajarê Xezayê hê jî bi binpêkirinan re rûbirû ye. Yek ji wan jî serê ku hinek bazirganên dovîz û xurekê dimeşînin e. Her wiha gefên hêzên Îsraîlê jî bênavber didomin.”

Jin bingeha aştiya civakî ne

Li gorî Rasmiyye el-Arca jin d idi pêvajoyen aştiyê de bingeha civakê ne loma yên ku di şerên navbera malbat an jî aliyğam de zirarê dibînin ew in û wiha berdewam kir: “Lewre şer û pevçûn malbatan bi xetera kuştin an jî birîdarbûnê re rûbirû dihêlin. Ger li Xezayê îstîqrara daîmî çêbibe dê jin bikaribin di aştiya civakî de roleke mezintir bilîzin. Her wiha saziyên civaka sivîl û yên ku hewl didin planên şênber bixin dewrê û pozîsyonên baş bigrin jî dê rola xwe bilîzin. Aktivîst û femînîst, jinên di astên biryardayînê de û rewşenbîr jî dikarin li ser nelihevkirinan rawestin û ji bo wan çareseriyên domdar bibînin.”

‘Jinên Xezayê ji ber tiştên ku jiyane baweriya wan bi zagonên navneteweyî nemaye’

Rasiyye el-Arca bal kişand ku divê êşên ku jin dikşînin wisa sivik neyên dîtin û wiha berdewam kir: “Tam jî ji ber vê yekê divê ku jin ji vê pêvajoyê neyên vederkirin. Dixwazî aştiya civakî, dixwazî di warên din de, yên ku bi pêdiviyên civakê dizanin û dikarin baş diyar bikin jin bi xwe ne. Jin hem di malbatê de, hem di malê de, hem jî di tevahiya civakê de esas in û civak bi xwe bi wan çêdibe. Tiştên ku jinên Xezayî jiyane, baweriya wan bi zagonên navneteweyî şikandiye û nikarin daxwaza edaletê bikin. Biryara bi hejmar 1325 a ku balê dikşîne ser beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê û biryaran de girîng e lê Konseya Elwekariyê jî belgeyek din jî li dijî qirkirinê tiştek nekirine û çareseriyên rast pêşkêş nekirine.”

‘Jinên Filistînî di mercên zor de hemû sextekarî û bêexlaqiya cîhanê dîtin’

Rasiyye el-Arca jinên Filistînî bûne sembolên hêz û berxwedanê û da zanîn ku mijar ne tenê dîtina cenazeyên perçebûyî yên kesên ji malbatên wan, tişta herî zor rûbirûbûna hûrgiliyên jiyana piştî van êrîşan e û got: “Jin bi zorê ji malên xwe hatine derxistin, di konek de neçarî jiyanê mane, di bin mercên bê ewle û di nava qirkirinê de hemû sextekarî û bêexlaqiya cîhanê dîtine. Ev yek rewşeke gelek giran e. Civaka Filîstinê, bi taybetî jî şêniyên Xezayê, ji aştiyê hez dikin û merd in. Ji ber wê tu carî naxwazin şer bidomin, her roj xwîn birije. Ez hêvî dikim ku aştî bi destên jinan çêbibe û di warên cuda de bikaribin ji nû ve ava bikin û pêşengiyê ji pêşketinê re bikin.”