Li Xeza û Lubnanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe
Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xeza û Lubnan didomin. Di êrişan de kamp, nexweşxane û mal tên hedefgirtin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêdetir dibe.
Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve, li ser Lubnanê ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve didomin. Hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane her diçe zêdetir dibe, li ber çavên hemû cîhanê felaketa mirovî tê jiyîn.
Di êrişa Îsraîlê ya li ser derdora nexweşxaneyeke nêzî bajarê Xan Yunus ê li başûrê Zîvala Xezayê de 3, di êrişa li ser kampa koçberan a Nusayrat de 6 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor ya Filistînê, artêşa Îsraîlê, êrîşê derdora nexweşxaneya Emel a li Xan Yunusê kir, di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Şahidên bûyerê diyar kirin ku sivîl bûne hedef.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tendirustiyê hatine girtin; balafirên bê mirov ên artêşa Îsraîlê Filistîniyên li nêzî navenda bazirganiyê ‘El-Lulu’ ya li taxa Er-Rîmal a li bajarê Xezayê kirin hedef. Di vê êrişê de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes birîndar bûn. Di encama hedefgirtina avahiya aydî malbata Ebu Yusuf ê Filistînî ya li kampa koçberan a Nusayratê de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn.
‘Ji ber tunebûna sotemeniyê dibe ku hemû sîstema tendirustiyê hilweşe’
Mudurê Ofîsa Medyaya hikumetê ya li Xezayê Îsmaîl es- Sevabîte, bang li civaka navneteweyî, hemû sazî û rêxistinên navneteweyî û welatên cîhanê kir ku demildest mudaxeleyî xelaya sotemeniyê bikin û ji bo ji krîzê re çareserî bibînin hişyarî da. Îsmail es-Sevabite diyar kir ku li Zîvala Xezayê hemû saziyên tendirustiyê yên xebatê didin meşandin, ji ber tunebûna sotemeniyê rastî zehmetiyên cidî tên, destnîşan kir ku ji ber xelayê rewşa bi felaket a nexweşxaneyan tedbîrên hişk hatine girtin. Îsmaîl es-Sevabite êrişê weke hewldaneke sîstematîk a jiholêrakirina hemû sîstema tendirustiyê ya li Xezayê û jiholêrakirina tesîsên tibê yên mane nirxand.
‘Felaketek mirovî ya nedîtî heye’
Îsmaîl es-Sevabite, bal kişand ser berdewamiya krîzê û bi gotinên; “Wê rê li ber felaketek mirovî û tendirustî ku heta niha nehatiye dîtin vebe” bang li cîhanê kir ku bêyî dereng bimîne ji bo rizgarkirina sîstema tendurstiyê li Xezayê berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bîne.
Her wiha hat ragihandin ku li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê 2023’an û vir ve êrîşên Îsraîl didomin û di nava 24 saetên dawî de 120 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 176. Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li ser Lubnanê pêk anîn de jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 670. Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê, têkildarî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li gelek herêmên Lubnanê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 58 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ji 8’ Cotmehê 2023’an û vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane, 926 jê jin û zarok, 220 xebatkarên tenduristiyê, bûye 3 hezar û 670, hejmara birîndaran jî bû 15 hezar û 413.