Li Wargeha Mexmûrê pêngava dar çandinê hate destpêkirin
Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Şaredarî û Qada Tenduristî ve pêngava dar çandinê hate destpêkirin. Wê pêngav heta 4’Nisanê bidome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûre bi pêşengiya Şaredarî û Qada Tenduristî ya Mexmûrê ve pêngava dar çandinê hate destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de îro ji aliyê xebatkarên Şaredarî û Qada Tenduristî ve 70 şitilên dar hate çandin.
Wê pêngav heta 4’ê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome.