Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Dirûşima ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe

Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir.

Wan – Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya KESK, DÎSK, Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîn lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.  

Tê payîn ku piştî demekî kurt, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, Hevşardara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê axaftinekê bikin. 

Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna dê di mitîngê de derkevin ser dikê.