Li Wanê di salona mesajê de tora fuhuşê

Hate diyarkirin ku li bajarê Wanê di lêpirsîna li dijî saloneke yê masajê de îdayên ku jinan dikin nava fuhuşê de ketin dosyayê. Di çarçoveya lêpirsînê de 7 kes hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê cîhanê êrişek topyekûn yê qirkirinê li hember jin têmaşandin. Ji bo ku civak têkbibin, bi ruxînin di hêla exlaqî û çand de bi riya jin êrişên dij mirovahiyê pêktînin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ev êriş bi awayek eşkerê ji hêla dewlet û pergalê ve tê meşandin. Ev êriş bi awayekê eşkere belavê tevahî jiyanê bûye. Ji hêla dewlet, sazî û dezgehên wê ve kuştin, tacîz, destdirêjî li ser jin bi awayekê pergalî tê meşandin.

Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê hat diyarkirin ku li Wanê li Salona Sporê ya masajê ya Karaca jinan dixin nava tora fuhuşê de. Li ser giliyê ku hat kirin di sala 2025’an de Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn da destpêkirin û hat diyarkirin ku lêkolîn û lêpirsîn ev saleke didome.

Di çarçoveya lêpirsînê de di 4’ê hezîranê de operasyon li dijî  kargeriyê hat kirin û 8 ji li Wanê bi giştî 12 kes hatin binçavkirin.

Xwediyê kargeriyê di nav de 7 kes hatin girtin

Ji kesên hatin girtin xwediyên kargeriyê H.D,  M.D û midûrê kargeriyê A.K jî nav de 7 kes bi sûcdariya ‘teşwîqî fuhuşê kirine û cih peyda kirine’ hatin girtin û yên din hatin berdan.

Di dosya lêpirsînê de îdiayên wek xwediyên kargeriyêH.D, M.D û midûrê kargeriyê A.K. jinên li kargeriyê dixebitin xistine tora fuhuşê û navbeynkarî ji fuhuşê re kirine, cih girtin.

Li gorî agahiyan, tevî ku kargerî hatiye mohrkirin jî xwediyên wê mohr şikandine û xebatên xwe domandine.

Her wiha hat ragihandin ku kesên çûne kargeriyê pereyê masajê razandine hesabê kargeriyê û pere transferê hesabên bankayê yên jinên ku xistine nava tora fuhuşê hatine kirin.

Gef li jina hatiye xwarin

Kiryaran di îfadeyên xwe de îdia kirine ku pereyê şandine hesabên jinan bexşîş in.

Di îfadeyên di lêpirsînê de cih girtin îfadeyên ku li kargeriyê navbeynkariya fuhuşê tê kirin jî cih girtin. Jineke ku dixebitî li kargeriyê di îfadeya xwe de got: “H.D û M.D, midûr A.K.  dibin navê ‘mutlu son’ de zext li jinan kirine û jinên ku daxwazên wan qebûl nekirine gef lê xwarine.”

Fuhuş hat îtîrafkirin

Di îfadeyên di dosyayê de cih girtin, hinek mêrên wek muşterî çûne kargeriyê, îfadekirine ku pere transferê hesabên bankayê yên şexsî yên jinan kirine.