Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiya

Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiya. Di meşê de peyama “Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” hate dayîn.

Wan- Êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê, li Wanê ji hêla deh hezaran kesan ve hate protestokirin. Girseya ku li pêşiya Van AVM’ê kom bû û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Piştî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hatî qadê, bi deh hezaran kesan dest bi meşê kir. Di meşê de pankarta “Em rê nadin pergala dagirkeran” hate hilgirtin û girseyê bi dirûşman heta Parka Mûsa Anter meş li dar xist. Di meşê de hêrseke mezin li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hebûn. Girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Girse heta gihiştî parkê, hejmara wan gihişt deh hezaran. 

Li vir daxuyanî hate dayin. ye. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Wanê Gulşen Kûrt û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin Neslîhan Şedal axivîn.

‘Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku Rojava ne tenê gelên li herêmê, tevahiya gelê Kurd eleqedar dike. Keskîn Bayindir diyar kir ku bêstatubûn li ser Kurdan tê ferzkirin û got, "Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." Keskîn Bayindir ragihand ku biryara êrişa li ser Rojava ne li Şamê lê li Enqereyê hate wergirtin û anî ziman ku HTŞ mejiyê DAÎŞ'ê dewam dike. 

‘Heta ku gelê me yê Rojava bigihêje mafên xwe em ê li vê derê li ber xwe bidin’

Hevserokê DBP'ê, destnîşan kir ku gelê Kurd li ser bingeha azadî û aştiyê daxwaza çareseriyê dike û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Heta ku gelê me yê Rojava bibêje temam û bigihêje mafên xwe em ê li vê derê li ber xwe bidin. Em ji bo mirovahiyê û azadiya gelê xwe dimeşin. Em ji bo aştiyê dimeşin. Porê jinan dibirin û radibin dibêjin, 'Operasyoneke baş' bû. Şaredariya me pankartê dadiliqîne, lêpirsînê didin destpêkirin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.