Li Urdunê jin ji bo mafên xwe têdikoşin
Li Urdunê bihêzkirina jinan tenê, têkoşîna ku bi zagonan bigihîhe encamê nîn e; bi şikandina kevneşopiyên civakî ev yek pêkan e. Ji ber ku zagon têra parastina mafê jiyana bi ewle û parastina mafan nakin.
BERAA MUAYTA
Amman – Li herêmên bejahî yên Urdunê jin, bi şerê bi zagonên heyî û kevneşopiyên eşîrî jiyana xwe didomînin. Jin bi tirsa ku di nava civakê de navê wan derbikeve, malbat ‘belav’ bibin neçar dimînin dest ji mafên xwe berdin.
Em bi Dîrektora Projeya Komeleya Mafên Mirovan û Pêşxistina Axa Aştiyê, Lana Abu Sunaynah re li ser rewşa jinan a li Urdunê axivîn. Lana Abu Sunaynah, li ser cudahiya di navbera zagonên nivîskî û rastiyên li qadan nirxandin kir.
*Dema ku hûn ji qadê dinêrin, bi taybetî li herêmên ji bajaran dûr, cudahiya di navbera tiştên ku jin dijîn û ya di zagonan de çi ye?
Di navbera zagonan û rastiyên heyî de cudahî pir zêde ye. Li Urdunê zagonên nivîskî yên ku mînak in hene; lê pirsgirêka esasî, di pêkanîna wan de, di proseduran û di qadên hiqûqê wêdetir de derdikeve holê.
Li gundên dûr û herêmên bejahî, gelek jin ji mafên xwe haydar nîn in. Ne pêkan e mirov bi jinek ku mafên xwe nizanibe re li ser van mafan biaxive. Civaka Urdunê bi xwezayî xwedî bingeha eşîretê ye û ev rastî gelek caran dikeve pêşiya hiqûqê. Bi vê awayê zagon, di bin siya kevneşopî, adet û zexta malbatê de dimînin.
*Projeyên pêşxistinê yên heyî, dikarin zihniyeta baviksalar bişkînin, an tenê pergala heyî makyaj dikin?
Projeyên pêşxistinê dibin du beş. Hinek ji wan bi rastî jî şiyarî û hayjêbûnê hedef dikin. Ev pêvajoyeke demdirêj a ku bi salan bidome ye. Bi taybetî di mijarên hesas ên weke zewicandina di temenê biçûk de, guherîna zihniyetê demek dirêj dixwaze. Projeyên din jî tenê rewşa heyî dixemilînin, nakevin kokên pergalê. Guherîna rastîn ew e ku rasterast sîrayetî jiyana jinan bike û bîne rewşek ku mafên wan werin parastin. Projeyên ku dema finansman biqede, bandora wan jî diqede tenê xebatên vîtrînê ne. Porjeyên ku bandorên domdar dihêlin jî yên ku feraseta civakê guherandine û zanînê avakirine ne.
*Şîdet tenê êrîşa fizîkî nîn e. Hûn bi şîdeta bêdeng ango ya “demxekirinê” re çawa têdikoşin?
Demxebûna civakî yek ji awayê şîdeta herî bi xeter û bêdeng e jin her dem rastî wê tên. Ev demxebûneke dualî ye. Hem şîdet heye hem jî vederkirina jina ku şîdetê îfşa kiriye. Têgeha “Sergirtina hinek tiştan” di civaka me de hatiye pîrozkirin û veguheriye amûra bêdengkirina jinan. Ji jinan re her dem dibejin; “Ji bo zarokên xwe tehemul bike”, “Te hêrsa wî aniye.” Lê divê were zanîn ku tu hincet ji bo şîdetê tune ye. Têkoşîna herî mezin şikandina bêdengiyê ye lewere jin ji ber nêrîna civakê û tirsa ku rûmeta wê bişkê xwe paşve dikşîne.
*Stargeh bi rastî jî jinan diparêzin an carna vediguherin mekanê cezakirina jinên rastî şîdetê hatine?
Stargeh weke çareseriyeke demkî “xirabiyek ji ber neçariyê ne.” Bi halê heyî gelek caran kesên rastî şîdetê hatine li wan deran tên cezakirin lê kiryar ango êrîşkar bi azadî li derve digerin. Berê jinan di bin nave “parastinê” de davetin girtîgehan. Îro her çendî hinek pêşketin çêbibe jî, hê jî pergaleke ku jinan îzole dike heye. Çareseriya rastîn, ne zêdebûna hejmarên stargehan e; hebûna pergaleke parastinê ya ku pêşî li bêcezakirina kiryar digre, jinan ji aliyê psîkolojîk û aborî ve bi hêz dike ye.
Zewacên xizman û têkiliyên eşîrî vê rewşê tevlîhevtir dike. Dema ku jin gilî dike, ev yek ne tenê li dijî hevjîn, weke şerê ku li dijî hemû eşîretê hatibe destpêkirin tê dîtin. Ev zext dibe sedem ku gelek jin dest ji mafên xwe berdin.
*Dema ku hûn hewl didin cudakariya zagonan a li dijî jinan biguherînin astengiya herî mezin çi ye?
Astengiya herî mezin, “siyasîkirina demxekirinê” ye. “CEDAW” an jî têgehên weke “zayenda civakî” ji bo ku pêşî li guherînê were girtin xirab tên nîşandan.
Em di Axa Aştiyê de di riyeke din de dimeşin. Em bi xebata bi pêşengên eşîretan û rêberên olî, hewl didin eşîretan ji amûra zexta li dijî jinan derbixin, veguherînin mekanîzmayeke parastinê. Bi vê rêbazê, di zagona ewlehiya civakî de hinek guherîn hatin kirin û madeya 308 hat rakirin. Ev yek nîşan dide ku bi zexta ku ji qadan were hiqûq dikare deriyê xwe ji edaleta civakî re vebike.
*Hûn li ser rexneyên; ‘rêxistinên civakî girêdayî rojevên xwe yên bexşkar in’ çi dibêjin?
Em li bendê namînin ku bexşkar çi dixwazin, em pêdiviyên li qadê esas digrin. Bi bazara taybet a herêmî û civakê re hevkariyên me yên pir baş hene. Em fonan weke rêbaza ku destekê didin pêdiviyên me bi kar tînin. Ji bo me ya esas ne bexşkarî, rûmeta jinan e.
*Hûn di qada dîjîtal de bi êrîşên li dijî jinên aktivîst re çawa têdikoşin?
Qada dîjîtal bi xwezayî, qada şer nîn e lê dikare bi awayekî lezgîn veguhere qada xirabkirina psîkolojîk. Ji ber vê yekê, desteka psîkolojîk bi qasî desteka hiqîqî girîng e. Zagon hene lê pirsgirêka sereke ew e ku baş nayên pêkanîn. Divê pergaleke hevgirtî ya ku jinên aktivîst bi tenê nehêle hebe.
*Peyama we ji bo jinên ku bi şîdetê re rûbirû ne çi ye?
Peyama min tenê ev e: Bêdengî çareserî nîn e. Bêdengî te naparêze; şîdetê xwedî dike. Ger tu îro bêdeng bimînî dê sibê ev şîdet li dijî keça, te bûka te yan jî jineke din were kirin. Tu hincet ji bo şîdetê tune ye. Hevokên; “Te hêrsa wî rakir” an jî “Ji bo mala xwe tehemul bike” bi tu awayê nayên pejirandin lewre mal mala te ye jî û mafê te ew tu bi awayê bi ewle lê bijî.
Li Urdunê têkoşîna jinan tenê ji nîqaşên li ser zagonê yên li parlamentoyê pêk nayê. Têkoşîna zanîn û şiyariyê ya ku ji nava malan hatiye destpêkirin e. Nabe ku rûmeta jinan, bibe qurbana çanda sergirtina bûyerê bi awayekî “sexte” paşverûtiyên ku ne li gorî vê serdemê ne.