Li Tûnisê têkoşînek berfireh ji bo azadiya çapemeniyê
Li Tûnisê rewşa azadiya çapemeniyê ya niha, rûbirûyî dijwarîyek girîng e. Têkoşîn êdî ne li ser kalîteya berhemên medyayê ye, li ser parastina hebûna çapemeniyek azad û serbixwe ku dikare erkên xwe bêyî tirs, darizandin an girtinê bi cih bîne.
Tûnis – Tûnis ku berê di nava welatên mînak ê di azadiya medyayê de pêşeng û pirrengiya medyayê li herêmê bû, îro ji bo rojnamegeriya serbixwe bûye astengiyek û qadek sînordar ji bo kesên xwedî raman.
Ev paşveçûn di destpêkê de ‘Biryarnameya hejmar 54’ di nav de, di bikaranîna sazûmaniyên qanûnî yên cezakirinê, bi awayek eşkere tê dîtin. Biryarname ji bo rexneyan bikin sûc û nirxandina daxuyaniyên medyayê û gotarên rojnamegeriyê wek amûrek a sûc tê bi karanîn. Ev rewş bû sedem ku Tûnis di azadiya çapemeniyê ya navneteweyî de bikeve rêzên jêrîn.
Bi armanca redkirina vê tabloyê û protestokirina girtina rojnamevanan, Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê roja Şemiyê 13’ê Hezîranê ji bo piştgiriya rojnamevan Murad ez-Zugheydi ku girtî ye û di greva birçîbûnê de ye, roja hevgirtinê li dar xist. Di çalakiyê de xwişka Murad ez-Zugheydî, Meryem ez-Zugheydi û keça wî, Înas ez-Zugheydi ku ev hefteyeke di greva birçîbûnê dene, amade bûn. Greva birçîbûnê li ser banga rêxistinên civaka sivîl êvara Şemiyê bi dawî bû.
‘Em vê biryarê pir dijwar dibînin’
Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Raca ed-Dehmani, ji ajansa me re axivî û got ku ev roja vekirî ya hevgirtinê erkê hevgirtinê yê herî bingehîn ê mafên mirovan û jinan e ku piştgirîya malbatên girtiyên ku ji bo mafê jiyanê û azadiya ramanê di ‘greva birçîbûnê’ de ye.
Raca ed- Dehmanî got: “Murad ez-Zugheydi îro di girtîgehên Tûnisê de bedelên pir giran dide. Binpêkirinên derbarê neteweyî de dikarîbûn bi awayekî din bihatan nirxandin, da ku serî li girtinê neyê dayîn. Salek ji cezayê xwe temam kir, lê sê sal û nîvên din lê hatin zêdekirin. Em vê biryarê pir dijwar û bi xwezaya dozê re nelihevhatî dibînin.”
Komeleyê fikarên xwe yê li ser rewşa tenduristî û psîkolojîk a kesên ku di greva birçîbûnê de ne anî ziman û dan zanîn ku greva ku ji hefteyekê zêdetir e didome, gefê li tenduristiya wan a fîzîkî û jiyana wan dixwe.
Serokê komeleyê her wiha bang li Murad ez-Zugheydi, Meryem û Înas kir ku greva birçîbûnê biqedînin û got: “Em wek mirovên ku ji bo civaka Tûnisê têdikoşin, pêwistiya me bi we heye. Ev pêvajoya dijwar dê rojekê bi dawî bibe.”
Hevgirtina bi girtiyan re
Keça rojnamevanê girtî Murad ez-Zugheydi, Înas ez-Zugheydi, hûrguliyên greva birçîbûnê ya malbata xwe bi armanca protestokirina biryarên dadgehê yên li dijî bavê xwe parve kir û ragihand ku ew ê piştgiriya malbatê li dijî ‘bêedaletiya li dijî azadiya ramanê’ hê zêde bikin.
Înas ez Zugheydî diyar kir ku bavê wê ji 4’ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê ya bêdem de ye û gihîştiye roja xwe ya dehemîn. Ragihand ku ew û xaltîka xwe Meryem ez-Zugheydi ji bo hevgirtinê tevlî grevê bûne.
Înas ez-Zugheydi ev gav bi van gotinan anî ziman: “Li aliyekê qêrîna bêhêvîtiyê, li aliyê din, qêrîna berxwedanê ye. Em û malbata xwe em teslîm nabin, em ê serî netewînin. Beşdarbûna me di vê têkoşînê de ji bo nîşandana biryardarî û berxwedana me ye.”
‘Ew û em wî wekî girtiyekî azadiya çapemeniyê dibînin’
Înas ez-Zugheydi anî ziman ku biryara greva birçîbûnê ji ber biryara dadgeha îstînafê ya di 11’ê Gulanê de hatiye dayîne. Got ku ev biryar bi temamkirina cezayê du salan ê girtîgehê yê bavê wê re hemwext bû.
Înas ez-Zugheydi da zanîn ku bi cezayê sê sal û nîv ê girtîgehê yê nû yê ku li bavê wê hatiye birîn, cezayê giştî zêde bûye û bûye 4 sal û 2 meh. Wê ev biryar wek biryarek bê maf dît ku nayê qebûlkirin û fêmkirin û wiha domande: “Min qet nedifikirî ku rojekê ez ê derkevim û bibêjim ku bavê min du sal di girtîgehê de maye û gelek salên din li pêşiya wî ne. Ew bedela nerînên xwe dide. Ew û em wî wekî girtiyekî azadiya çapemeniyê dibînin.”
‘Em ê li Tûnisê maf û azadiya çapemeniyê biparêzin’
Înas ez-Zugheydi doza bavê xwe ji rewşa giştî ya welêt û kêmbûna azadiyan cuda nekir. Wê di çarçoveya zextên li ser qada medyayê li Tûnisê û dozên li dijî rojnamevanan hatine vekirin de mijarê girt dest û nirxand.
Înas ez-Zugheydi di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew, wek malbat, paşve gav navêjin û wiha got: “Em ê nehêlin ev wiha derbas bibe. Em ê bavê min bi tenê nehêlin. Em ê li Tûnisê maf û azadiya çapemeniyê biparêzin. Peyama me ya îro zelal e. Em ê teslîm nebin û em ê nehêlin ku rojnamevanên mexdûr ku li pişt dîwarên girtîgehan hatine hiştin, werin jibîrkirin.”