Li Tûnisê "Rewşa Awarte ya Çapemeniyê" hate ragihandin
Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê, li dijî zêdebûna girtin û zextên li ser ragihandinê "rewşa awarte ya çapemeniyê" ragihand û hişyarî da ku ew di bin van şertan de nikarin karê xwe bidin meşandin.
Tûnis – Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê, îro civîneke çapemeniyê li dar xist û ew rewşa ku wekî "rewşa awarte ya çapemeniyê" bi nav kir, ragihand. Sendîkayê, rewşa heyî ya azadiya çapemeniyê li Tûnisê ku bi girtinên kêfî, zext û girtina rojnamevanan tê sînordarê, protesto kir. Sendîkayê diyar kir ku ev pêkanîn polîtîkayeke çavtirsandinê ye û armanc dike ku pêşiya ragihandina zehmetî û pirsgirêkên ku gelê Tûnisê pê re rûbirû dimîne, bigire.
Girtina rêveberê giştî yê weşanê yê Kettibayê, Mohamed El-Yusufî yê ku di dema çûna bernameyeke radyoyê ya têkildarî mafê avê yê Tûnisiyan de hate girtin ji ber zexta li ser azadiya çapemeniyê di nava derdorên pîşeyî û mafên mirovan de bû sedema nerazîbûnekî mezin. Sendîkayê diyar kir ku ev girtin li dijî tevahiya qada medyayê peyameke çavtirsandinê ye.
Her wiha sendîkayê da zanîn ku hevgirtina navneteweyî ya bi rojnamevanên Tûnisê re ku di bin şert û mercên dijwar de dixebitin, zêde bûye û ragihand ku li Tûnisê bi armanca piştgiriya azadiya çapemeniyê kampanyayeke navneteweyî hatiye destpêkirin.
‘Çapemenî bi pêvajoyek bêwate û populîst re rûbirû ye’
Endama Lijneya Rêveber a Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê Cîhan El-Lawatî, diyar kir ku binçavkirina Mohamed El-Yusufî derbeyek e li dijî azadiya çapemeniyê û dengên azad. Cîhan El-Lawatî bang li rojnamevanan kir ku li dora sendîkayê bibin yek û got ku çalakvan û rojnamevan demek dirêj e dibin hedefa tacîz û êrîşên elektronîkî yên bi rêya hesabên serhêl.
Cîhan El-Lawatî destnîşan kir ku ev rewş ne tenê di dema rêveberiya heyî de, di hemû rêveberiyên berê de jî hatiye dîtin û wiha got: "Kontrola medyayê êdî rastiyek e. Rojnamevan îro vê yekê di pirsgirêkên rêxistinên medyaya taybet û di medyaya giştî de dibînin; ev yek ji aliyê qanûnên ku destûrê didin û bi rêya gotara ku tê bikar anîn ve tê sînordar kirin."
Cîhan El-Lawatî diyar kir ku rojnamevan ji pirsgirêkên rojane yên wekî kêmbûna elektrîkê û ava vexwarinê ku gelê Tûnisê pê re rûbirû dimîne, bandor dibin û got ku di civînekê de ku divê mijarên azadî û medyayê werin nîqaşkirin, ew bi rewşa rojnamevanên ku ji ber parastina azadiyên xwe hatine girtin re rûbirû ne.
‘Divê rojnamevan ji bo parastina azadiya çapemeniyê û demokrasiyê bibin yek’
Cîhan El-Lawatî da zanîn ku hesabên sexte û navendên elektronîkî di bin rêveberiyên cuda de bi awayekî pergalî ji bo tirsandina rojnamevan, çalakvan û dengên rexnegir hatine bikaranîn. Wê destnîşan kir ku ev zext bandorê li medyaya taybet û giştî dike û tekez kir ku pêwîst e rojnamevan ji bo parastina azadiya çapemeniyê û demokrasiyê di bin banê sendîkayekê de bibin yek.
‘Rojnamevan bi şert û mercên dijwar re rûbirû ne’
Rojnamevana "Kettiba"yê Rîhab El-Hawat jî got ku girtina Mohamed El-Yusufî ne tenê ew, di heman demê de tevahiya qada rojnamegeriyê û platforma "Kettiba"yê ku nûnertiya rojnamegeriya lêkolînê dike jî kiriye hedef. Rîhab El-Hawat da zanîn ku şêwaza binçavkirinê ji bo çapemeniyê hişyariyek cidî ye û tekez kir ku ji bo parastina azadiya çapemeniyê û mafên rojnamevanan, divê xebatkarên çapemeniyê bi hev re tevbigerin.
Rîhab El-Hawat destnîşan kir ku hinek rojnamevan hêj di girtîgehê de ne û yên tên berdan jî bi şert û mercên dijwar re rûbirû ne.
Sendîkayê, piştî civîna çapemeniyê ji bo nîşandayîna hevgirtinê bi rojnamevan Mohamed El-Yusufî û çapemeniya Tûnisê re meşek li dar xist. Meşê li ber Buroya Dadweriyê ya Malî ku lêpirsîna derbarê Mohamed El-Yusufî de lê tê meşandin, bi dawî bû. Mohamed El-Yusufî bi sûcdariyên spîkirina pereyan û dewlemendbûna neheq re rûbirû ye; lê tîma parastinê bi zimanekî tekez van sûcdariyan red dike.