Li Tûnisê operasyonên tirsandinê

Dadgeha Îstînafê ya Tûnisê cezayê girtina parêzvana mafên mirovan Sediye Misbah erê kir. Saziyên navneteweyî bi tundî nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ev doz ne meseleyeke aborî ye, lê peyameke tirsandinê ye.

Tûnis – Biryara Dadgeha Îstînafê ya Tûnisê ya derbarê pejirandina cezayê 8 salan li ser parêzvana mafên mirovan Sediye Misbah, pêleke berfireh a nerazîbûnê di nav saziyên mafên mirovan de çêkir. Ev biryar wekî nîşaneke metirsîdar a zêdebûna fişarên li ser civaka sivîl û binpêkirina mafê dadgehkirina adil hat nirxandin.

Doza Sediye Misbah nîşaneya paşveçûna parastina mafên bingehîn e

Girtina aktîvîst Sediye Misbah û birina wê ya girtîgehê, asta astengiyên li pêşiya xebatên sivîl û xetereyên li ser parêzvanên mafên mirovan li Tûnisê nîşan dide. Parêzvanên azadiyê balê dikişînin ser ku ev doz nîşaneya paşveçûna berçav a parastina mafên bingehîn e.

Biryar derbeyeke giran e li dijî edaletê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) a şaxê Tûnisê, biryara dadgehê ya di 23’yê Hezîranê de ku cezayê neheq ê dadgeha yekem li ser seroka Komeleya “Menametî” Sediye Misbah û endamên komeleyê pejirand, bi tundî şermezar kir. Rêxistinê ragihand ku ev cezayê 8 salan û cezayê aborî, derbeyeke giran e li edaletê û peyameke eşkere ya tirsandinê ye ji bo hemû parêzvanên mafên mirovan; nexasim ji bo kesên ku di warê rûbirûbûna nijadperestiyê û parastina mafên koçber û mirovên cerm reş de dixebitin.

Armanc: Krîmînalîzekirina xebatên mafên mirovan e

Her wiha Amnesty destnîşan kir ku ev biryar ji zextên giştî yên li ser civaka sivîl ne cuda ye; desthilatdar tawanên aborî yên sist û bêdelîl wekî amûrekê bi kar tînin da ku komele û aktîvîstan bikin armanc û xebatên mafên mirovan û piştgiriyê krîmînalîze bikin (wekî sûç nîşan bidin).

Rêxistinê ev biryar wekî binpêkirina prensîba şefafiyeta dadgehê jî bi nav kir, ji ber ku nûnerên wan û saziyên din ên sivîl nehatin hiştin ku di rûniştinên 19 û 23’yê Hezîranê de amade bibin. Ev qedexekirin fikarên mezin li ser misogeriya dadgehkirineke adil çêdike.

Bila pergala dadweriyê wek amûrekî çewisandinê neyê bikaranîn

Li ser vê bingehê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li rayedarên Tûnisê kir ku Sediye Misbah tavilê û bê şert û merc serbest were berdan, tawanên li ser wê û hevalên wê bên betalkirin û lêkolîneke serbixwe li ser îdiayên nijadperestî û reftarên xirab ên di hundirê girtîgehê de bê destpêkirin. Rêxistinê daxwaz kir ku pergala dadweriyê êdî wekî amûreke çewisandina civaka sivîl neyê bikaranîn.