Li Tunisê nîqaşa li ser pirzewaciyê: Çalakvan ji pêşniyar qanûnê re dibêjin na

Pêşniyara ji bo ji nû ve yasayîkirina pirzewaciyê li Tunisê bû sedema nerazîbûnê, çalakvanên mafên jinan diyar kirin ku ev destpêşxerî destkeftiyên jinan tehdît dike û gotin “Em ê li dijî her hewldanek wisa, şer bikin.”

ÎXLAS HEMRONΠ

Tûnis – Li Tûnisê, pêşnûmeya qanûna zewaciyê ya nêzî beriya mehek ji aliyê parlementerekî ve hate pêşniyarkirin, di nava aktîvîstên mafên jinan de nîqaşek berfireh ava kir. Ev pêşniyar, di heyamek ku Tûnisî gelek pirsgirêkên mîna bêkarî, xizanî û tundiya civakî dikşînin de, hat rojevê.

Aktîvîstan mafên jinan, destnîşan kirin ku ew qanûna pirzewaciyê ya hatine pêşniyarkirin bi tundî red dikin. Aktîvîstan, diyar kirin ji ber ku ev yek zirar dide destkeftiyên jin û malbatê, civak beriya demeke dirêj vê pirsgirêkê derbas kiriye. Aktîvîstan gotin ku pêşîniyên rastîn parastina malbat, jin û zarokan û pêşxistina qanûnên ku mafên bingehîn ên civaka Tûnisê dike bin ewlehiyê ye.

Biryar rastî bertekên aktîvîstên jin hat

Di vê çarçoveyê de, damezrînera Komeleya Hemwelatîbûn û Wekheviyê ya "Tikar" û aktîvîsta Komeleya Mafên Mirovan a Tûnisê Hayat Elîmî da zanîn ku qanûna pirzewaciyê ya hatiye pêşniyarkirin, ji bo wê şokdar bûye û wiha axivî: “Ji ber ku civaka Tûnisê rastî pirsgirêkên bi vî awayî hat û niha demek dirêj vê pirsgirêka derbas kir. Em ji tiştekî tune, pirsgirêkek diafirînin û Qanûna Sivîl bi salan e redkirina vê yekê nîşan daye. Lewma, ev pêşniyar her çend ji hinek beşên parlamentoyê yên ku civakê temsîl nakin were jî, têkoşînek windakirinê ye. Bertekên aktîvîstên mafên jinan ên di qada mafan de têdikoşin, neyînî bûn. Ev pirsgirêk, di rastiya xwe de beriya demek dirêj hatiye derbaskirin.”

Hayat Elîmî, destnîşan kir ku aktîvîstên mafên mirovan divê bala xwe bidin xetera van gotinên paşverû yên ku li dijî mafên mirovan û mafên jinan e û wiha got: “Bi hewldanên bi vî awayî, dixwazin pirsgirêkek ku tuneye, biafirînin û fikarên rasteqîn ên civaka Tûnisê nîşan nadin. Pirsgirêkên îro bêkarî, xizanî û tundiya berbelav e. Vegera pirzewaciyê ya di sala 2025’an de, nayê qebûlkirin û divê li şûna vê yekê mafên jin û zarokan werin mîsogerkirin û Qanûna Medenî bê pêşxistin.”

‘Vegera qanûnê nayê qebûlkirin’

Hayat Elîmî, diyar kir ku ew ê bi rêyên qanûnî û civakî li dijî hemû hewldanên di vî warî de derkevin û axaftina xwe wiha domand: "Dema ku nirxên civakê di hişmendiyê de kok dide, êdî ji bo derbaskirina qanûnên bi vî awayî yên paşverû tirs namîne. Civaka sivîl bi awayekî aşkera li dijî vê pêşniyarê ye, xwepêşandan û meşan li dar dixin û bi Wezareta Jinan re têkilî datînin. Ev pêşniyar mîna hewldanek ji bo dûrxistina bala raya giştî ji pirsgirêkên heyî tê hesibandin. Divê li şûna vê yekê balê bikşînin ser mafên jinan, têkoşîna li dijî tundiyê û mafên zarokan.”

Hayat Elîmî, di daxuyaniya xwe de banga pêkanîna madeya 58’an a Qanûna Medenî, pêkanîna peymana CEDAW’ê û baştirkirina Qanûna Medenî ku hin beşên wê di bin serweriya mêran de ye kir û got: “Vegera qanûnê nabe û nayê qebûlkirin.”

‘Şerîet pirzewaciyê qebûl nake’

Pispora Quran û şîroveyan Munciye Es-Suweyhî, da zanîn ku divê mijara pirzewaciyê di çarçoveya şert û mercên civakî û aborî de ji nû ve bên nirxandin û wiha axivî: “Her çend kesên daxwaza pirzewaciyê dikin, îdia dikin ku xwe disperê Şerîetê jî, esl û armancên Şerîetê vê têgihîştina berfireh qebûl nake. Pirzewacî bi piranî ji bo rewakirina xwestekên kesane ya bi navê olê tê bikaranîn. Tûnis xwediyê yek ji baştirîn qanûnên medenî yên cîhana Ereb e û armanca guhertinê, ji holê rakirina qanûnên ku jinan diparêzin e.”

‘Pêdivî bi polîtîkayên parastina malbatê heye’

Aktîvîsta mafên mirovan Ranîa Nesrî, diyar kir ku pêşniyara pirzewaciyê pir ecêb e û wiha got: "Li Tûnisê pirzewacî, ji beriya şoreşê û ji serxwebûnê û vir ve ji bo parastina rûmeta jinan hat qedexekirin. Îro malbat, bi qeyranên cidî yên aborî û civakî re rû bi rû ye."

Ranîa Nesrî, destnîşan kir ku zarokên Tûnisî niha di bin zexta derûnî û civakî de ne û pêşniyara pirzewaciyê gef li hevsengiya derûnî û civakî ya zarokan dixwe. Ranîa Nesrî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em ne hewceyê pêşniyarên ku dê barê hemû kesê giran bikin in. Pêdiviya me bi polîtîkayên ku malbatê diparêzin, rûmeta jin û zarokan ewle dikin heye. Civaka sivîl parêzvana rasteqîn a mafan a civakê ye û hemû hewildanên ku gef li mafên jinan dixwin, dê werin redkirin.”