Li Tûnisê mafên aborî yên jinan tên binpêkirin
Di komxebateke civakî ya li Tûnisê de hat diyarkirin ku rewşa jinên Tûnisê, hê jî xirab e û zagon di warê başkirina rewşa jinan û kêmkirina xizanî û mêtinkariyê de serkeftî nîn in, tevî ku jin bênavber têdikoşin jî pêşketin çênabe.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis- Komxebata ku bi hevkariya Komeleya Dengê Jinan û Tevgera Jinên Karkerên Çandiniyê li Tûnisê bi sernavê “Li Tûnisê mafên jinan û mafên aborî” hat lidarxistin de; jinên karkerên çandiniyê yên li tevahî welat beşdar bûn.
Di komxebata ku 13’ê Sibatê roja Înê hat lidarxistin de li ser zagona parastina civakî ya bi hejmar 4 a sala 2024’an hat sekinandin, hat diyarkirin ku tevî zagon ketiye meriyetê jî tengasî didomin. Her wiha behsa zagona bi hejmar 51 a ku piştî 20 karkeran di sala 2019’an de di kamyonek de qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan hat derxistin jî hat kirin.
Di nîqaşan de bal hat kişandin ku hê jî zagon karkerên çandiniyê naparêzin û karker ji temînatên civakî bêpar in. Di komxebatê de bi nêrîneke femînîst, bandorên polîtîkayên IMF’ê û Banqeya Cîhanê ya li ser tendirustî, derfetên ragihandin û mercên jiyana jinan hatin nirxandin.

Bandora polîtîkayên teserufê
Rêvebera Komeleya Dengê Jinan Sara Ben Saîd, da zanîn ku ew li ser polîtîkayên teserufê ku bandore li ser tendirustî, ewlehiya çûnhatinê û mafê perwerdeya jinên di xebatên çandiniyê de dike kûr bûne û got: “Ji sala 2011’an ve heta niha polîtîkayên ku ji aliyê IMF û Banqeya Cîhanê ve hatine ferzkirin, rasterast bandorê li ser jinan kirine, zagon tenê li ser kaxizê mane. Karkerên çandiniyê, bi navbeynkariya Tevgera Jinen Karkerên Çandiniyê ya di sala 2019’an de hat damezirandin, mafên xwe diparêzin.”

Keda ku nayê dîtin û binpêkirinên ku didomin
Lêkolîner Sirîn Sultanî jî diyar kir ku karkerên çandiniyê bûne qurbanên ‘keda ku nayê dîtin’, baş nayên naskirin û zagonên têkildarî wan nayên pêkanîn. Her wiha bal kişand ku karker bêyî temînata civakî û tendirustî, bêyî demjimêrên adil ên xebatê, di mercên zor de dixebitin. Gelek jinên ji malbatên xizan bi ‘kamyonên mirinê’ diçin kar tên.

Binpekirinên domdar û kêmasiya mafan
Endama Tevgera Jinên Karkerên Çandiyê Amîra Ben Omar, bal kişand ku rewşa jinên karkerên çandiniyê hê jî neguheriye, ji ber kêmasiya îradeya siyasî zagona bi hejmar 4 û 51 nayê pêkanîn. Her wiha hat diyarkirin ku karker di mercên bi xeter û bi saetên dirêj dixebitin, bi taybetî jinên temenê wan ji 50 zêdetir, xwedî temînata civakî û mafe malnişîniyê nîn in.