Li Tûnisê kombûna jinan: emperyalîzm û baviksalarî hate nîqaş kirin

Di civîna ku li Tûnisê hatî li darxistin de, bandora têkiliyên hêzên gerdûnî li ser jinan hate girtina dest, hate diyarkirin ku pêwîstî bi têkoşîna jinan a hevpar ku sînoran derbas dike heye.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Li Tûnisê nîqaşên tevgerên jinan ên rojane, têkiliyên di nava hêzên gerdûnî û newekheviya zayenda civakî hê zêdetir heyî dibe. Pirsgirêka mafê jinan ku di pergala emeperyalîst û mêrê serdest de hatî şekilgirtin, ne tenê kesî, di heman demê de wek pirsgirêkek gelek qonax di asta navneteweyî de derdikeve pêş. Di çalakiya dawî ku di vê çarçoveyê de hatî li darxistin, analîzên ku di pergala femînîst de tê kirin, hem bandora polîtîkayên gerdûnî li ser jinan, hem xetên jî têkoşîna hevpar a li dijî van bandoran bê pêşxistin ji nîqaşê re vekir.

Bi hevkariya Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnis û Zanîngeha Jinan a Îlham Murzukî, li Fakulteya Zanistên Hiqûq, Siyaset û Civakî, bi sernavê ‘Di aliyê Emperyalîzm û mêrê serdest de mafê jinan’ civînek hate li darxistin. Civîn ji bo jiyanîkirina bîranîna aktivîsta jin Îlham Marzukî ku jiyana xwe ji dest dayî û bi bîrxistina têkoşîna wê hate li darxistin.

Aktivîstan diyar kirin ku ev civîn, ne tenê bîranîneke, di heman demê de dewama nêzîkatiya ku ‘Zanîngeha femînîst ku hepsî dîwaran nake û bi jiyanê re temas dike’ ku Îlham Merzulî parastî ye. Hate diyarkirin ku ev nêzîkatî hilberîna teorîk û têkoşîna pratîk dike yeke, fikir bi çalakî re tîne ba hev û îşaret bi xetek a femînîst dike.

Di civînê de geşedanên rojane ê jeopolîtîk hate destgirtin, bi taybet rola Dewletên Yekbûyî yê Emerîka di pevçûnên nevneteweyî de wek perspektîfek rexneyî hate nirxandin. Beşdarvanan îfade kirin ku ev polîtîka mudaxeleya rasterast li dijî mafê diyarkirina çarenûsa wane.

Mudaxeleya dijî mafê gelan

Hiqûqnas û lêkolînvan Hafiza Şakir, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku DYE polîtîkaya bikaranîna hêza tund di şopîne, hewldanek sîstematîk a ji holêrakirina mafê gelan ê bi xwe diyarkirina çarenûsa xweye. Ev rewş, li dijî tundiya ku pergala emperyal di asta gerdûnî de pêktîne û di astek mezin de bêdengbûna civaka navnetewî hê girantir kiriye.

Hafiza Şakir da zanîn ku pergala hiqûqî ya navneetweyî ya heye, di astek mezin de norman paşguh kiriye, qasî pêwîst hiqûqa navneteweyî û peyman nayên pêkanîn. Divî alî de bi taybet li dijî binpêkirinên ku jinan dikin hedef û ne girtina biryarên navneteweyî rexne kir.

Hafiza Şakir anî ziman ku dinya di deh salên dawî de di ezmûnên cidî de derbas dibe û got: “Bê sînordarkirin bi karanîna hêza siyasî û leşkerî, rêgezên bingehîn ên wek gel mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe dixwe plana paş.  Qada jeopolîtîk a heye, mekanîzmayên biryarên yên navneteweyî bê bandor kiriye, ev rewş jî rê li ber zêdebûna binpêkirinên mafan vekiriye, divê civaka navneteweyî li dijî vê yekê bi berpirsyartiyek dîrokî tevger bike.”

Nîqaş di du xetan de pêş ket

Di çalakiyê de beşdariya akademîk bal kişand. Ji dervayî Hafiza Şakir, aktivîst û civaknas Dorra Mahfouz, rewşa heye di aliyên cûda de analîz kir. Nîqaş di du xetan de pêş ket. Yek jê, nêzîkatiya hiqûqî ku balê dide jinên ku li herêmên pevçûnan rastî binpêkirinan hatî, ya din jî nêzîkatiyên civaknasî di demên krîzê de bandora pergalên civakî li ser jinan e. 

Çaresernekirina têgîninê siyasî

Endama Komeleyê Ahlam Busruval, îfade kir ku rûniştin bal kişand ser pirsgirêkên zayenda civakî û bi taybet rewşa jinên ku di demên pevçûn û şeran de û wiha got: “Di nîqaşên ku bi xwendekaran re hatin kirin de, têgînên wek gerdûnîbûn û emperyalizm, bandorên wê li ser jiyana jinan sade kir û hate vegotin. Her wiha pergalên mêrê serdest, di demên ne aramiyê de li ser binpêkirinên li dijî jinan çawa kûr kiriye hate sekinandin.”

Çalakî, bi beşdariya aktîv a xwendekarên zanîngehê, ji bo nîqaşên zindî bû sehne, îşaret bi qada akademîk a li Tûnisê, fêmkirina nîqaşên femînîst a rojane û kapasîteya nîqaşan kir. Beşdarvanan, bal kişand ser cîdiyeta binpêkirinên ku jin di şertên şer de rastî hatin, bal kişand ser domandina girîngiya van cûrên nîqaşan. 

‘Hepskirina jinan a cehaletê û dûrxistinê’

Civaknas Dorra Mahfouz, di axaftina xwe destnîşan kir ku bi azadbûna civakê re têkoşîna li dijî hegomonyaya gerdûnî ketiye nava hev û got: “Li dijî awayên mêtîngeriyên nû, piştevaniya kolektîf ‘amûrek herî bi hêz a dawî’ ye.  Li dijî têkoşîna hevpar a zextên pergala navnetweyî daye avakirin û şîrketên pir netew êdî bûye neçarî.”

Dorra Mahfouz, bal kişand ser tifaqên bi xwediyên hêzê emperyalîzm re hatin kirin û got: “Ev pergal newekheviyê kûr kir û xwe ji nûve hilberandiye. Ev pergal hiyayrerşiya civakî bi karanî newekheviya jin-mêr hê dijwartir kiriye û ev vegerandine mekanîzmaya kontrolê.”

Dorra Mahfouz şibandin di nava emperyalîzm û mêtîngeriya Fransa ya berê ava kir û da zanîn ku herdu pargal li ser îdeolojiya kedxwariyê hatiye avakirin. Îfade kir ku hişyarîbûna jinan û bûna kirdeya aktîv a jiyana civakê ji bo van pergalan gefê ava dike, ji ber vê hewl didin jinan bê perwerde bihêlin û dûr bixin.

Dorra Mahfouz di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku têkoşîna li dijî pergalên rêxistinî di asta navnetweyî bi hewldana kesî yan jî parçe ne gengaze. Li cihê vê divê torek ku piştevaniyê ku sînoran derbas bike were avakirin. Yekbûna têkoşîna wekheviya civakî û têkoşîna aborî, ji bo têkiliyên xwe yên dilsoziyê bişkînin tekane rêya raste.