Li Tûnisê kamyonên mirinê: Jinên karker di navbera têkoşîna debarê û tunebûna parastinê de ne

Qezaya li Mezûnayê nîqaşên der barê rewşa jinên ku di qada çandiniyê ya li Tûnisê de dixebitin bû rojev. Ev jin tevî qanûnên heyî jî bi wesayîdên ku weke ‘kamyonên mirinê’ tên zanîn rêwîtiyê dikin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Riyên li gundewarên Tûnisê careke din trajediya ku jinên karkerên çandiniyê dijîn raxist ber çavan. Li gorî daneyên balkêş ji sala 2015’an vir ve, nêzî 88 qezayên trafîkê qewimîne, di encama van qezayan de zêdetirî 60 jinên karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dane û ji 900 zêdetir jin birîndar bûne kêmendam mane.

Di roja 12’ê Hezîranê de ango duh trajediyek li navçeya Mazuhana ya parêzgeha Sidî Buzîdê qewimî. Di encama qezaya bi wesayîda tîcarî de, du ji parêzvanên jinên herî çalak ên mafan jiyana xwe ji dest dan, 13 karkerên jin jî birîndar bûn.

Ev tabloya bi êş tevî qanûna Hejmar 51 a 2019’an û Biryarnameya Hejmar 3 a 2021’ê ku armanc rêwîtiya bi ewle û ewlehiya civakî ye jî didome. Ji ber kêmasiyên zêde di bicîhanîna van rêziknameyan de, qanûn li ser kaxezê dimînin, jinên kedkar ji rehma ‘kamyonên mirinê’ tên hiştin. Di wan kamyonên ku mirov li ser serê hev rûdinên de gelek qeza çêdibin. Nebûna cezayên tund dibe sedema domandina van trajediyan û jin ji derveyî bala dewletê tên hiştin.

Li gundewarên Tûnisê, bi hezaran karkerên çandiniyê yên jin her sibeh ne tenê bi zoriyên xwezayê û şert û mercên çandiniyê yên giran re, di heman demê de bi rêwîtiyeke xeternak a di wesayîdên ku xwecihî jê re dibêjin ‘kamyonên mirinê’re jî rûbirû dimînin.

Ev kamyonên ku ji bo hilgirtina bar û lawiran tên bikaranîn, bi awayekî li dijî rûmeta mirovan û ji ewlehiyê bêpar bi jinên kedkar tên tijekirin. Ev rewş di riyên Tûnisê de bûye cihê trajediyên dubare û komkujiyên trafîkê. Jinên ku temînata xwarina welat in, bêyî tedbîrek were girtin, jiyana xwe ji dest didin.

‘Ev qezayên trajîk dê heta kengê bidomin?’

Lêkolîner û parêzvana mafên mirovan Fethiye Saidî, xemgîniya xwe ya ji ber qezaya trafîkê ya dawî li herêma Mezuna ku du karkerên çandiniyê yên jin jiyana xwe ji dest dan anî ziman. Fethiye Saidî diyar kir ku jinên mirine aktivîstên pêşeng ên ji bo mafên aborî û civakî têdikoşiyan bûn û wan bi dengekî bilind ji bo mafên rêwîtiya bi rûmet û ewle ji bo jinên ku di qada çandiniyê de dixebitin têkoşîn neşandin.

‘Qanûn nayên bicihanîn’

Fethiye Saidî bi pirsa; “Ev qezayên trajîk dê heta kengê bidomin?” da zanîn ku amadekirina qanûnan, encax li qadê bi destekdayîna mekanîzmayên pêkanînê dê bi wate be. Fethiye Saidî bi bîr xist ku qanûnek ji bo sazûmankirina rêwîtiya bş ewle hatiye amadekirin, ji hêla parlamentoyê ve hatiye pejirandin û pirsî çima ew hê nayê bicîhanîn û çima jin ji ber rêwîtiyên nebaş jiyana xwe ji dest didin kir.

‘Jin daxwaza mafên xwe dikin’

Fethiye Saidî diyar kir ku Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê berê lêkolînek berfireh li ser rewşa karkerên çandiniyê yên jin amade kiriye, pêşengiya derxistina vê qanûnê kiriye û daxwaz kir ku divê rêziknameyên ji bo misogerkirina pêkanîna qanûnê bi lez werin bicîhanîn û wiha got:

“Rewşa heyî nîşan dide ku ew hê jî ‘di xala destpêkê de ne’ û jinên karkerên çandiniyê daxwaza mafên xwe yên bingehîn, ên rêwîtiya bş ewle, mûçeyên wekhev, bidawîanîna cudakariya li ser bingeha zayendî, gihîştina lênêrîna tenduristiyê û ewlehiya civakî didomînin. Ev girseya berfireh a jinan îro mehkûmî jiyana nebaş a ji ber polîtîkayên dewletê û pêşketinê mane.”

Bang li rayedaran kir

Fethiye Saidî nêzikatiyên demkî û seranser ên li hemberî qezayên ku karkerên çandiniyê yên jin li Tûnisê dijîn rexne kir û diyar kir ku ev trajediyên mirovî bi kêmbûna bala raya giştî tên jibîrkirin dibin ‘bûyerên demkî’ û piştre heman êş dubare tê kişandin. Her wiha destnîşan kir ku dubarebûna trajediyên ji ber rêwîtî û çûnhatina bê ewle çêdibin êdî ‘bi tu awayî’ nayê qebûlkirin.

Fethiye Saidî bang li rayedar û saziyên pêwendîdar kir ku ji bo bidawîkirina bûyerên mirinê bi domdarî helwestek zelal û bi biryar bigrin, daxwaz kir ku demildest qanûn û rêziknameyên ku parastina bedenî û civakî ya jinan misoger dikin werin bicihanîn.

‘Divê jin di mercên bi ewle de bixebitin’

Fethiye Saidî diyar kir ku divê cezayên giran li karsaz û ajokarên kamyonan û wesayîdên bê ewle werin birîn û daxwaz kir ku heta rêwîtiya bi ewle neyê misogerkirin divê quralên vekirî der barê hejmarên rêwiyên ku li wesayîdan siwar bibin de hebin û got ku divê otobus û wesayîdên taybet ên jinan ji malên wan bigrin û bibin qadên xebatê werin peydakirin.

Fethiye Saidî di dawiya axaftina xwe de xemgîniya xwe ya ji bo mirina herdu jinên anî ziman û peyama sersaxiyê da. Her wiha diyar kir ku ew bi dîmenek trajîk û dîtina xwîna kesên ku di qezayê de miribûn û birînar bûbûn şok bûye, wê rojê weke rojeke bi êş û xemgînî ku li Tûnisê rastiya jinên karker nîşan dide bi nav kir.