Li Tûnisê hilbijartina serokkomariyê

Li Tûnisê hilbijartina serokkomar destpê kiriye û tê payîn 10 milyon dengdêr dengê xwe bidin.

Navenda Nûçeyan - Li Tûnisê hilbijartinên serokkomariyê di saet 07.00’an li gorî dema herêmê destpêkiriye. Navendên dengdanê ji bo pêşwazîkirina nêzî 10 mîlyon dengdêran hatin vekirin.

Serokkomarê heyî Qeys Seyîd ku erka wî bi dawî bûye jî di nav de, parlamenterên berê Zuhêr El Mexzawî û parlamenterê berê û karsaz El Eyaşî Zemal jî di pêşbirka hilbijartinê de ne.

Serokê Tevgera Tûnisê ya ji bo Destpakî û Demokasiya Hilbijartinan Besam Mueter  got ku, ji ber pirsgirêkên di dema hemleya hilbijartinan de derketin, rêjeya beşdarbûnê bi astengiyan re rû bi rû ye. Her wiha diyar kir ku hin partiyên muxalif hilbijartin boykot kirine.