Li Tûnisê bertekên li dijî rawestandina xebatên komeleyên jinan didomin

Civaka sivîl, li Tûnisê ji berdewamkirina kampanyaya zextê ya bi taybetî komeleyên jinan hedef digre bi fikar in û aktivît diyar dikin ku ev nêzîkatî wê bibe sedema gavên tundtir.

Tûnis- Jinên aktîvîst û parêzvanên mafên jinan ên Tûnisî, destnîşan kirin ku rewşa heyî ya welat hem bi hêviyên ciwanan û hem jî bi armancên şoreşê re ne lihevhatî ye. Aktîvîstan, destnîşan kir ku mudaxeleyên azadiya rêxistinbûnê ya bi taybetî di Biryara Hejmar 88’an de hatiye pêşbînîkirin, bandorek neyînî li ser riya maf û azadiyan dike û bingehên pergala demokratîk a ku komeleyan têdikoşîn, qels dike.

Ev biryarnameya ku di sala 2011’an de hat derxistin, azadiya damezrandin û beşdariya komeleyan kir bin temînatê û rola rêxistinên civaka sivîl xurt kir û ji bo parastina serxwebûna xwe derfetan dabû. Lê belê, rawestandina xebatên komeleyan ên beriya çend mehan hat destpêkirin, di aliyê civaka Tûnisê de mîna derbeyek li pirrengî û demokrasiyê tê hesibandin. Ev pêkanîn, him karkirina civaka sivîl asteng dike û him jî gef li parastina destkeftiyên ku piştî şoreşê hatine bidestxistin, dixwe.

Di vê çarçoveyê de, Komeleya Hesabdayîna Civakî, duh 19’ê Mijdarê, der barê rewşa zextên li ser komeleyan û biryarnameya bi hejmara 88’an ku rayedarên Tûnisê ji bo hedefgirtina çalakiyên civaka sivîl bi kar anîne de civînek çapemeniyê li dar xist. Beşdarên civînê, destnîşan kir ku zextên tên jiyîn, gihiştîne astên xeternak.

‘Rawestandina xebatan bandorek neyînî li ser jinên mexdûrên tundiyê dike’

Aktîvîsta femînîst û Sekretera Giştî ya Komeleya Hesabdayîna Civakî Fatma Aşur, diyar kir ku di rewşeke siyasî ya dijwar de, xebatên gelek komeleyên mîna Foruma Mafên Aborî û Civakî, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, Osavat Nisâ û Nawaat hatine rawestandin.

Fatma Aşur, diyar kir ku ev sînorkirinên li ser mafên rêxistinkirin û avakirina komeleyan ji sala 2011’an vir ve cara yekem e. Fatma Aşur, da zanîn ku rawestandina xebatan bi taybetî bandorek neyînî li ser jinên mexdûrên tundiyê dike û ji ber ku piraniya navendên stargehan ji aliyê komeleyan ve tên birêvebirin, deriyên wan ji jinan re hatiye girtin.

Fatma Aşur, destnîşan kir ku hinek aktîvîst û hiqûqnas destnîşan dikin ku biryarên rawestandinê di biryarnameya bi hejmara 88’an de bi zelalî nayê naskirin û ji bingeha qanûnî bêpar e û got: “Di biryarnameyê de rawestandin tenê di du xalan de cih digre; rawestandina bi dilxwazî ya komeleyê yan jî sepandina pêkanînan.”

‘Rewşa heyî li dijî hêviyên ciwanan e’

Fatma Aşur, diyar kir ev pêkanîn mudaxeleyek li ser bingeha xebata civaka sivîl e, li dijî armancên şoreşê ne û divê hiqûq mîna amûrek tolhildanê neyê bikaranîn. Fatma Aşur, da zanîn ku rewşa heyî li dijî hêviyên ciwanan e, hêrsa gel didome û têkoşîna ji bo azadî û mafên bingehîn dê bidome û got: “Tu kes îşkence yan tarîtiyê qebûl nake û wê komele hêbûna xwe bidomînin.”

‘Biryarname veguherî amûrekî ku xebatên civaka sivîl sînordar dike’

Lêkolînera hiqûqî ya Komeleya Hesabdayîna Civakî Rania el-Maknî, destnîşan kir ku Biryarnameya bi Hejmara 88’an piştî şoreşê destkeftiyek girîng bû, di amadekirina parêzvanên mafên jinan de rolek girîng lîst. Rania el-Maknî, diyar kir ku biryarname mudaxeleya azadiya rêxistinbûnê asteng dikir û piştgirî dida beşdariyên komeleyan a pêvajoya demokratîk lê belê îro veguherî amûrek ku xebatên civaka sivîl sînordar dike.

Rania el-Maknî, diyar kir ku hejmara komeleyan di sala 2011’an de 9 hezar û 600 bû, di sala 2024’an de gihîşt 25 hezar û ji wan 600-800’an di bin xetereya girtin an rawestandina xebatên xwe de ne û da zanîn ku piraniya wan komaleyan di warên mafên jinan, mafên mirovan û jîngehê de xebatê dimeşînin.