Li Tûnisê beriya hilbijartinê gel daket qadan

Bi sedan kes beriya hilbijartina serokkomariyê ku wê di 6’ê cotmehê roja yekşemê li Tûnis were kirin de daketin qadan û banga bi dawîkirina zextan kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Tûnisê bi sedan kes, li paytextê meş li darxistin û ji bo şûnde vegerandina pêvajoya demokratik, şûnde vegerandina guherînên di zagona hilbijartinê de û rawestandina zextên li bermaberî muxalefetê bang kirin.

Li welat 5 partiyên muxalefetê ragihandin ku biryara baykotkirina hilbijartina serokkomariyê ku wê di 6’ cotmehê de were kirin girtine. Meşa ku ji aliyê ‘Gelê Tûnis û Tora Azadiyê’ ve hatî li darxistin, li cadeya Habib Burgiba bidawî bû. Xwepêşandêran dirûşemeyên ‘Azadî’, ‘Ji seroketiya heta hetayî na’, ‘Zagonên dûr aqil û hilbijartinên weke şano’, ‘Gel dixwaze rejîmê hilweşîne’ û ‘Ji girtiyên fikir re azadî’ berz kirin.

Ji 17 namzetan serlêdana sêyan hatine erêkirin

Serokê Desteya bilind ya Hilbijartina Tûnis Faruk Buasker di 10’ê tebaxê de daxuyanî da, ragihand ku ji bo hilbijartinên serok komariyê ji 17 namzetan serlêdana sêyan hatine qebulkirin. Faruk Buasker ragihand ku di hilbijartina 6’ê cotmehê de serokkomar Kays Said, lîderê tevgera gel Zuheyr El Magzavî û mirovê kar Ayaşî Zamal ku ji partiya Bijî Tûnis di sala 2020’an de kete jiyana siyasî wê pêşbaziyê bikin. Hinek kesên ku namzetiya wan nehatin qebulkirin, li dadgeha îdarî ya Tûnisê îtiraz kirin.

Dadgeha îdarî ya Tûnisê, di 14’ê Cotmehê de tevî biryara darazê ji aliyê Desteya Bilin ya Hilbijartinê ve ji bo hilbijartina serokkomariyê ya wê di 6’ê Cotmehê de bê kirin, banga erêkirina namzetiya sê kesên ku namzetiya wan nehatiye redkirin kiribûn.

Ji derveyî vê, Dadgeha Îstinafê, derbarê Ayaşî Zamal ku namzetiya wî hat erêkirin ji sûcê ‘di beyana sexte de’ cezayê 1 sal û 8 meh yê girtîgehê erê kiribû. Desteya Serbixwe ya Bilind ya Hilbijartinê ya Tûnisê derbarê namzetiya serokkomariyê ya Ayasî Zamal ku cezayê wî yê girtîgehê hatî eşkerekirin daxuyaniyek nedaye. Hefteya bûrî parlemento, derbarê hilbijartinan de erk ji dadgeha îdarî girt, ji bo dewrî dadgeha îstinafê bike zagonek bi nîqaş guherîna zagonê erê kiribû. Ev jî bû sedemê kûrbûna berberîbûna siyasî ya welat.