Li Tirkiyeyê pergala perwerdehî alarmê dide

Komeleya Dêûbavên Xwendekaran (VELÎ-DER) rapora xwe ya dawiya sala xwendinê ya 2025-2026’an weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber krîza aborî û polîtîkayên îdeolojîk perwerdehiya giştî ber bi hilweşînê ve diçe.

Navenda Nûçeyan –  Komeleya Dêûbavên Xwendekaran (VELÎ-DER), rapora xwe ya berfireh a derbarê rewşa perwerdehiyê ya dawiya sala xwendinê ya 2025-2026’an de ji daxuyand. Rapor diyar dike ku sîstema perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê ne li gorî hewcedariyên pedagojîk, lê li gorî hesabên lêçûnê û tercîhên îdeolojîk tê birêvebirin. Di encamê de, mafê perwerdehiya wekhev û bêpere ji destê zarokan tê girtin. 1.5 milyon zarok li derveyî perwerdehiya fermî ne û rêjeya xizaniya zarokan gihîştiye asteke xeternak.

Tercîhên îdeolojîk û hilweşîna perwerdehiya giştî

Li gorî daneyên hatin parvekirin, ji 74 hezar dibistanên li Tirkiyeyê 14 hezar û 700 jê dibistanên taybet in. Di nava salekê de, kapasîteya kreşên dewletê bi zanebûn hat xetimandin û hejmara xwendekarên li van kreşan ji sedî 39 kêm bû.

Li aliyê din, di dersên Qur’anê yên ji bo temenê 4-6 salî û saziyên cemaetê yên girêdayî Diyanetê de ji sedî 25 zêde bûn çêbû ye. VELÎ-DER’ê destnîşan kir ku dibistanên dewletê bi protokolên hatine îmzekirin ji bo avahiyên olî hatine vekirin.

Zarok bedela krîzê didin

Rapora VELÎ-DER’ê krîza aborî û bandora wê ya li ser zarokan bi daneyên UNICEF’ê yên sala 2026’an nîşan da. Li gorî van daneyan, ji sedî 38.9ê zarokan li Tirkiyeyê di bin xetereya xizaniyê, dûrketina civakî û negihîştina mafên bingehîn de dijîn.

Her weha di navbera çînên civakî de dubendiyeke mezin heye; mesrefên perwerdehiyê yên malbatên di asta herî bilind a dahatê de, 28 qat ji yên malbatên xizan zêdetir e. Ji ber vê xizaniyê, nêzîkî 1.5 mîlyon zarok li derveyî perwerdehiya fermî mane û rêjeya berdana dibistanê gihîştiye lûtkeyê.

Cihê zarokan dibistan e, ne kargeh e

Raporê rûyê tarî yê projeyên wekî Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) û "Ciwanên Jêhatî li Dilê Perwerdehiyê" jî eşkere kir. Hat diyarkirin ku zarok hîn di salên dibistana seretayî de ber bi bazara kar a erzan ve tên arastekirin û atolye cihê dibistanan digirin. VELÎ-DER’ê bertek nîşanî mirina zarokan a li van kargehan da û weha got: "Mirinên li cihê kar li MESEM-an bi awayekî zelal nîşan didin ku ev model pêdiviyên sermayeyê dide pêş, ne sûdê zarokan. Cihê zarokan li dibistanan e, ne li cihên kar."

Li dibistanan krîza paqijî û ewlehiyê

VELÎ-DER’ê rexne li Wezareta Perwerdehiya Neteweyî kir ku tevî têkoşîna 3 salan jî gavan ji bo xwarina belaş navêje. Hat gotin ku ji bo zarokên birçî, derfetên wekhev ên perwerdehiyê ne gengaz e.

Ji aliyê din ve, guhertinên di sînorên kîlometreyan de yên ji bo hinceta "teserûfa pereyan", gihîştina perwerdehiyê ji bo zarokên li gundan kiriye mîna xewnekê. Modelên kar ên demkî yên wekî Bernameya Adaptasyona Hêza Kar (İUP) jî li dibistanan bûne sedema krîzên giran ên paqijî û ewlehiyê; êdî dêûbav neçar lîsteyên materyalan û fonên paqijiyê bidin.

Bangawaziya lezgîn a VELÎ-DER’ê

Di beşa dawî ya raporê de hat bibîrxistin ku perwerde mafekî herî bingehîn e û berpirsiyariya dewletê ye. VELÎ-DER’ê daxwazên xwe yên lezgîn weha rêz kirin:

  • Perwerdehiya giştî û belaş ji bo her kesî bibe garantî û butceya perwerdehiyê were zêdekirin.
  • Perwerdehiya pêşdibistanê ya mecbûrî û belaş bi kêmanî ji bo salekê bibe qanûn.
  • Îstismara keda zarokan bi dawî bibe û pratîkên MESEM’ê tavilê werin betalkirin.
  • Li her dibistanê xwarina belaş, ava paqij û xizmetên tenduristiyê werin peyda kirin.
  • Li şûna bernameyên demkî, ji bo paqijî û ewlehiyê karmendên daîmî werin girtin.
  • Kêmasiya mamosteyan were çareserkirin, xebitandina bi peymankariyê bi dawî bibe, şert û mercên ewle werin avakirin.
  • Hemû çalakî û protokolên mezheb û civakên olî yên di nava perwerdehiyê de tavilê werin sekinandin.