Li Tirkiyeyê nîqaşên Makezagonê: Hevparbûna muxalefetê girîng e

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku di pêvajoya çêkirina makezagonê de ‘ne perçeyek ajandaya AKP'ê ne’ û got "Ez difikirim ku hevparbûn û lihevkirina muxalefetê girîngtir û krîtîk e.”

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Dema ku Komara Tirkiyeyê derbasê sedsala xwe ya 2’emîn dibe, nîqaşên makezagonê jî berdewam dikin. Nîqaşên 'guhertina makezagonê' li welat ne cara ewil e. Beriya niha jî hikûmeta AKP’ê gelek caran bi gotina guhertinê hevdîtinan pêk anîbû.

Hikûmeta AKP’ê piştî pêkhatina hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê û hilbijartina serokomariyê ya 28'ê Gulanê, bi motîvasyona ku Tayyîp Erdogan careke din Serokomar hat hilbijartin, difikirî ku hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de pêk hatin jî bixe haneya xwe ya ‘serkeftinê.’ Bendewariya AKP'ê ya ji hilbijartinên xwecihî ku hilweşandina li gelek qadên welat qewimî binpalas kir, wek hêvî dikir pêk nehat. Hikûmeta AKP’ê ya ku bi biryar e hilweşandina rejîma yek zilamî bi yek destî bimeşîne, hewl dide bi rojeva makezagonê hêviyên gelan zindî bihêle. Di vê mijarê de hinek nîqaş hatin kirin. Yên ku dihat gotin 'nikarin li hev bicivin' hatin cem hev. Kesên ku pêvajoya AKP'ê dimeşînin wek gavek ji bo jinûve namzedbûna Tayyîp Erdogan û domandina hikûmeta xwe didîtin jî hene. Helbet dema ev îhtîmalan li ser maseyê ne, muxalefet jî baweriya xwe bi girîngiya hevdîtinên li ser vê rêyê bên kirin tîne. Tayyîp Erdogan li gorî hinekan ji xwe re amadekariya ‘zirxek' dike, hinekan jî bi hemû heqîqeta welat re li pey avakirina bingehek makezagonek demokratîk e.

DEM Partiya ku xwe wek partiya muzakere û têkoşînê pênase dike, di vê pêvajoyê de deriyên xwe vekir, ragihand ku alîgirê pêvajoyek makezagonê ku li ser bingehek herî berfireh bê nîqaşkirin û daxwazên gel cihdigre ne. Me bi Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît re der barê tiştên di vê pêvajoyê de pêkwerin an jî pêkneyên, armanc bi kijan gavan bê nîşandan û helbet makezagona nû çawa were avakirin de axivîn.

'AKP tune bûye...’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku Tirkiye bi makezagona cûntayê tê birêvebirin, diyar kir ku ji aliyê hemû kesan ve tê dîtin ku ev makezagon ne çareseriya pirsgirêkan e û bi vê pirsa ku rojên dawî di aqilê hemû kesan de derbas dibe dest pê dike: “Mijar ew e, makezagona heyî tê pêkanîn?

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi taybetî balkişand ku pêvajoyek qanûna 12’ê Îlonê jî nayê pêkanîn tê jiyîn û wiha got: “Lê em vê yekê jî dizanin ku hilbijartinên 31’ê Adarê tabloyek nû derxist holê. Yek ji nîşaneyên herî mezin ên vê tabloyê jî çareserbûna AKP’ê ye. AKP’ê piştî demek dirêj cara ewil têkçûnek mezin jiyan kir. Rastî windahiyek cidî ya dengan û şaredariyan hat. Di vê wateyê de bû partiya duyemîn. Ev yek nîşanek pir girîng e. Li pêşiya me heyamek 4 salan a bê hilbijartin heye û di nava vê 4 salên bê hilbijartin de jî sernavek erênî ku AKP’ê pêşkêşî civakê bike nîne. Em bi hikûmeta AKP'ê ku hemû sernavên wî tunebûye re rû bi rû ne.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi taybetî di salên dawî de xizanî, bêkarî û qeyrana aborî di astên pir cidî de tên jiyîn û bi qeyrana rejîmê re hemû qeyran jî xurtir bûye û rojeva makezagona AKP'ê wek çûyinek rojevek erênî ya ji civakê re dinirxîne. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha got: “Çareseriyek AKP’ê nîne. Reçetek wî nîne. Tu sernavekî ku bikare hêviyê bide civakê û civakê ji nû ve li dora xwe kom bike nîne. Ez difikirin ku makezagon hinek bi vê wateyê dike rojev. Ango ji ber ku dixwazin bi rojevek erênî û pozîtîf biçin civakê, sernavê makezagonê bi kar bînin û ji bo xwe îmajek nû çêdikin. Wek sernavek ku dixwazin îmaja xwe nû dikin jî dikare bê nirxandin. Dixwazin rojevek wek ‘Binerin, em dixwazin makezagona darbeyê biguherînin, di sedsala 2'emîn de makezagona nû ya Tirkiyeyê bê çêkir” avabikin.”

Nîşaneyên pirsê yên der barê samîmiyetê de

Di vê pêvajoyê de hemû kes derbarê xebatên makezagon ên AKP’ê de nîqaşên samîmiyetê dimeşîne. Ji ber ku bersivdayîna bûyerên civakî, girtina rojnamegeran, cezayên hepsê yên siyasetmedaran û gelek tiştên din di ezmûna samîmiyeta AKP’ê de pirsên girîng in. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha dibêje:

“Têkildarî samîmiyeta AKP’ê nîşaneyên pirsê hene. Ne tenê di partiyên siyasî de, di civakê de jî nişanek pirsê ya mezi heye. Ji ber ku em avabûna AKP'ê, pêvajoyên ewil ên hat hikûmetê û veguherîna wî pir baş dizanin. AKP’ê ku diyar kir bi Yekîtiya Ewropayê re dest bi muzakereyan bike, bi awayekî cidî rê bigre û maf û azadiyên bingehîn biparêze û pêş bixe, îro veguherî rastiyek AKP’ê ku hemû maf û azadiyên bingehîn binpêdike û biryarên AÎHM û AYM’ê pêknayne. Di vê tabloyê de em hemû bi awayekî xwezayî pirsa dê ev makezagon çawa bê çêkirin dikin. Em hem wek hemwelatiyek û wek siyasetmedarek jî dipirsin. Lê helbet pirskirina vê pirsê, hewce nake ku deriyên nîqaşên li ser makezagonê bê girtin.”

Pêwîstî bi asayîbûnê heye

Gulistan Kiliç Koçyîgît a diyar kir ku divê welat di pêvajota 4 salan a bêhilbijartin de ji holê rake, balkişand li ser “asayîbûn’ û wiha got: "Ji ber ku em nikarin behsa asayîbûnek bikin. Em di nav pêvajoyek awarte û  şêwazek rêveberiyê ya awarte de cih digrin. Ev rewşa awarte bandorek mezin hem li ser jiyana rojane û hem ya siyasî ya her yek ji me û hem jî atmosfera giştî ya Tirkiyê dike. Di vê wateyê de em dibêjin dibe ku gava ewil a van nîqaşên makezagon, asayîkirina welat be û em dikarin di vê mijarê de hemû bi hev re ji ferzkirin û misogerkirina vê asayîbûnê bixebitin, dixwazin û têkoşîna vê yekê bimeşînin. Ev yek ji bo hemû aliyên siyasî û civakê ye.”

“Em armanc dikin nîqaşan veguheînin berjaewendiyên civakê’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku ew 'ajandaya veşartî' ya AKP'ê nizanin û bi vê wateyê di serê wan de nîşaneyên pirsê hene û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ajandayên wî yên veşartî nizanîn. Di destê wî de tiştek nema. Yekane tişta erênî ya ji bo civakê baş be, ev nîqaşa makezagonê ye. Em nikarin vê nîqaşê ji meşa 2028’an serbixwe bigrin dest. Lê mesele ew e, ji ber ku partiyek siyasî vê yekê armanc dike, em nikarin ji derveyî nîqaşên makezagon bimînin. Armanca me û armanca muxalefet û civaka demokratik ew e ku nîqaşên heyî bi zivirînin berjewendiya civakê. An jî nîqaşa makezagonê ya ku rûxmê me dimeşe, wê hîn zêdetir tirsnak be.”

'Em ê nebin perçeyek ji ajandaya AKP'ê’

Mijara cihgirtina di nava nîqaşên makezagonê de, di heman demê de week hin tawîzan tê şîrovekirin. Lê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha bersiv dide:

“Di nava vê nîqaşê de cihgirtin, meşandin û pêşxistina van nîqaşan û axaftin, nayê wateya xizmetkirina armancên AKP’ê. Divê ev yek jî bê gotin. Ji ber ku em nîqaşdikin an jî hevdîtinan dikin nayê vê wateyê ku em ê bibin perçeyek ajandaya AKP'ê. Hemû kes di aliyê de van nîqaşan dimeşîne û em diyar dikin divê êdî ev nîqaş bi civakê re bê meşandin. Ger makezagonek bê çêkirin, encax tenê makezagonek ku bi beşdarbûna tevahiya civak, hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka, odeyên pîşeyî, gel, bawerî, jin û ciwanên beşên din û hemû kes xwe di nav de bimîne bê avakirin, dikare bibe makezagona me.  Pêvajoya nîqaşa makezagonek a li gorî pêwîstiyên AKP'ê hatibe meşandin, ne li gorî daxwaz me ye. Em ji vir li mijarê dinêrin. Di nav de cihgirtin, axaftin û nîqaş meşandin, lê ev nay vê wateyê. Ez dixwazim carek din bibêjim; Em ji bo nekevin zemînek ku AKP’ê ajanda xwe bidomîne, hişyar in. Ger armanca rastî tenê meşandina rojeva xwe û bihêzkirina hikûmata xwe be, emê vê yekê di nava pêvajoyê de bibînin û bişopînin. Ger bivî awayî be, ev nîqaş wê bibe nîqaşek ku em bi civakê re bi hev re bimeşînin, emê qonaxa din a vê yekê piştre biaxivîn.”

‘Nîşaneyên girîng hene’

Li gorî Gulistan Kiliç Koçyîgît di nîqaşên makezagonê de îfadekirina ‘xetên sor’ rast nîn e û got ku xetên sor ên hatine danîn, bingeha axaftinê ji holê radikin. Bi kurtasî DEM Partî ne li ser tiştên ku nabin, dixwaze pêvajo bi gavên ku baweriyê didin bi pêş bikeve. Bêguman li gorî Gulistan Kiliç Koçyîgît gavên divê werin avêtin û hinek nîşane hene. Li ser wan gavan wiha dibêje:

“Mînak di roja 16’ê Gulanê de doza Kumpas a Kobanê heye. Ev doz ji bo vê nîşaneyê pir girîng e lewre ji aliyê têkoşîna siyasî ya Kurd ve, li Tirkiyeyê li dijî HDP’ê doza kumpasê ye. Em hemû wê dizanin. Doza kumpasê ya Kobanê di rastiyê de ji bo girtina HDP’ê zemînek e. Dixwazin bingeha vê çêbikin; mehkûmiyetên li wê derê, cezayên ku ji wê derê derkevin... Ger niyeta baş hebe, em ê wê di doza kumpas a Kobanê de bibînin. Em ê di rewşa hevalên xwe yên girtî de ango di berden an jî neberdana wan de bibînin. Em ê vê yekê di naskirin an jî nenaskirina maf û azadiya bingehîn a xwepêşandan û meşê de bibînin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’an de dê li Qada Galatasarayê rûnin, em binêrin ka dihêlin an nahêlin. Biryarên DMME’yê hene, biryarên ji bo birêz Demîrtaş, birêz Kavala û birêz Yuksekdag. Em difikirin ku em ê bi van biryaran bibînin. Ji ber wê yekê gelek mijarên ku em bi wan semîmiyetê test bikin an jî bi rastî jî niyeta baş bibînin hene.”

‘Heta ku çareserî tunebe makezagon nabe’

Gulilstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ku li ser şaredariyên di hilbijartinan de hatin qezenckirin, di demên dawî de hewldana têgihanê heye û diyar dike ku helwesteke ku li vê derê bi pêş bikeve dê pir diyarker be. Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku bi taybetî ji ber ku îfade kirine êdî qeyûm nîn in ji bo wan pir girîng e û diyar kir ku ev yek di çareseriya pirsgirêka Kurd de sernaveke girîng e û da zanîn ku AKP bi têkoşîna partiya wan ber ber bi zemînek wiha ve çûye û wiha domand:

“Heta ku çareseriya pirsgirêka Kurd tunebe li Tirkiyeyê ne makezagona nû ya bingehîn çêdibe ne jî Tirkiye dikare demokratîk bibe. Ji ber vê yekê divê di vê mijarê de jî gavek were avêtin û niyet were diyarkirin û bi rastî jî statuya mafê welatîbûna makezagonî jî di nav de divê gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Niha em nikarin behsa makezagona ku nahêle der barê pirsgirêka Kurd de axaftin çêbibe, siyasetmedarên Kurd dixe zindanê û hewl dide şaredariya Kurdan xesp bike heye. Di vê rewşê de bêguman mirov nikare behsa makezagoneke nû bike. Her kes vê dizane. Em jî dibêjin ku divê ev yek ji holê rabin, zemînê axaftin û nîqaşê çêbibe. Hewldana me ji bo vê yekê ye. Em hem partiya muzakereyê ne, hem jî ya têkoşînê. Divê em balê bikşînin ku encama hilbijartina îsal, ji têkoşîna ku partiya me ji sala 2015’an heta niha didomîne, sekna serbixwe ya partiya me, îradeya gelê me pêk tê. Di pêvajoyên herî xirab de dema ku rewşa awarte hat îlankirin, di dema pandemiyê de û di hemû pêvajoyên xirab de jî ya ku li kolanan bû, dest ji kolanan berneda, bi xet û gotinên xwe polîtîkayên AKP’ê rexne kir, teşhîr kir tenê partiya me bû.

Gelê me vê yekê bi awayekî zelal li ser sindoqan nîşan da. Hem li herêmê têk çûn hem jî bûn partiya tabela. Jixwe cihên ku me winda kirin jî ji ber hîleyan û hilbijêrin ku leşkeran wan ji derve anîbûn ji dest çûn li hemû deran tevî ewqas hîle û hêza dewletê jî tevî ku hemû derfetên xwe bi kar anîn, me şaredariyên xwe girtin. Ger em îro behsa nîqaşên makezagonê dikin, em behsa têkçûna AKP’ê dikin, em dibêjin ku êdî li Tirkiyeyê divê siyaset ji nû ve were dîzaynkirin; divê em bi taybetî balê bikşînin ser rola hilbijêrên DEM Partiyê û sekna gelê Kurd. Em ê di vê mijarê de qet mutewazî nebin. Her kes dema ku li hesabê wan hat li hev kirin bi AKP’ê re, her kes dema li hesabê wan hat gotin bekaya dewletê lê me tu carî dest ji helwesta xwe ya bi rêgez û têkoşîna xwe berneda. Ger em îro li vê derê bin bi saya vê têkoşînê ye.”

‘Dê daxwazên civakê diyarker bin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li ser xebatên makezagonê di partiya wan de koordînasyon hatiye avakirin û li ser xebatên ku di komîsyonê de werin kirin jî wiha got: “Em nîqaşên li ser makezagonê, weke nîqaşên ku bi lijneyên partiyan re bi sînor bin nabînin. Dijberî wê, em ê vê nîqaşê bi hemû civakê re bi awayekî vekirî bikin. Em dixwazin bi her beşa civakê re hevdîtinê bikin, li ser makezagonê biaxivin. Ji bo vê jî em ê civînan li dar bixin, hevdîtinan bikin, biçin serdanan. Li her bajarî bi rêxistinên civaka sivîl re û beşên cuda yên civakê re werin ba hev û em dixwazin gotinên wan jî bikin nava nîqaşên têkildarî makezagonê. Em dixwazin daxwaza wan a makezagon bibin meclisê. Em naxwazin nîqaşên li ser makezagonê tenê bi lijne û komîsyona partiyê ku me ava kirine, bi sînor bimînin, ev yek ji bo me rast nîn e. Em ê dest bi pêvajoyeke berfireh bikin, bi her kesê re hevdîtinê bikin, li pêşniyar û daxwazên wan ên têkildarî makezagonê guhdarî bikin. Em niha amadekariyên wê dikin.”

‘Hevkarî û lihevkirina muxalefetê pir girîng e’

Gulistan Kiliç Koçyîgît xwest hemû beşên civakê bi awayê çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin, bal kişand ser rola diyarker a muxalefetê û wiha bi dawî kir: “Ger ev makezagon were çêkirin divê bi civakê re were çêkirin, çênebe jî divê civak biryara çênebûna wê bide. Nîqaşa makezagoneke nû ji civakê veşartî, ji gelên li Tirkiyeyê veşartî dê ji ya heyî cudatir nebe. Ji ber vê yekê divê em bi her partiya siyasî û her beşa civakî re destên xwe bixin bin kevir, vê nîqaşê li hemû civakê, li çar aliyên welat belav bikin. Ez difikirim ku bi qasî axaftina vê pêvajoyê bi desthilatdariyê re girîng e ku muxalefet di nava xwe de jî li ser sernavê makezagonê biaxive, di vê mijarê de muxalefet hevkariyê bike û lihevkirin çêbibe.”