Li Tirkiyeyê demokrasî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e – ANALÎZ
Li Tirkiyeyê krîter û pîvana sereke ya demokratbûnê têkbirina pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rewşên ku li Tirkiye diqewimin, ancax bi demokratîkbûna Tirkiyê çareser bibin.

BERÎVAN ZÎLAN
Bangawaziya Rêber Apo ket rojeva Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê û rojevê guherand. Pêlek mezin afirand. Wekî ku hat dîtin ne tenê jinên Kurdistanê, di nav hemû jinên cîhanê de kelecan û bendewariyek ava kir. Bangawaziyê bi awayek mezin deng veda. Seyra dîrokê bi pêşketinên mezin ji guhertinan re rê vedike. Di asta global de jî li ser herkesên ku paradîgmaya Rêber Apo nas kirine, bandorek ava kir.
Hişmendiya modernîteya kapîtalîst, her tim bi civakê re di nav şer de ye
Rêber Apo, paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk-Azadîxwaziya Jinê wek zayîna sêyem pênase kir. Ji bo zayîna azadiyê jiyanî bibe, girîng e rewşa siyasî-leşkerî ya cîhana heyî, herêm û Kurdistanê baş bê fêmkirin. Girîng e ku hişmendî, plan, proje, pêngavên modernîteya kapîtalîst baş bê analîzkirin. Tê zanîn ku hişmendiya modernîteya kapîtalîst, her tim bi civakê re di nav şer de ye, dij-civakîbûn e. Rewşa şerê sêyemîn ê dinyayê ku jê re vekirî ye, rewşa hêzên hegemon û hêzên herêmê, li kêleka vêya hêzên çete ku xwe rêxistin kirine, qada desthilatiyê vekirin, ku ev yek polîtîkayek derveyî mirovahiyê ye. DAIŞ, komkujiyên niha bi rêya HTŞ’ê dike, destdirêjiyên li hember jinan, hişmendiya Talîbanê ku jinan vediguherîne miriyên li ser piyan, dixwazin hebûna jinê li ser rûyê erdê xilas bikin, nahêlin dengê wê jî were bihîstin, xala wehşeta pergala serdestiya zilam gihîştiyê, nîşan dide. Di şexsê jinê de civakê kerr û korr dihêlin.
Pergal hema bêje bûye cenawirek ku xwe dixwe
Li aliyek din jî di vê pêvajoya ku qeyranên modernîteya kapîtalîst dikeve ser buhranên avanî, pergal ji bo xwe li ser lingan bigre di her astê de di nav hewldanan de ye. Hêzên hegemon yên Kapîtalîzmê ji bo buhran derbas bibe çareseriyek dîtiye; firehkirina qadên hegemon, qutkirina civakê ji nirxên exlaqî û polîtîk û lezdayîna pêşketinên teknolojîk ku ev di wateyeke cidî de mêzînên ekolojîk jî dike xeterê. Bi vê rêyê jî di sedsala dawî de mirovahî ber bi sê şerên cîhanê ve kişandiye, texrîbata madî û menewî ya herî mezin rû daye. Di rewşa heyî de nîşana derketiye holê, çi di warê civakî, çi jî ekolojîk de hatiye asta ku nikare sîstema kapîtalîst hilgire. Di qonaxa dawî ya şaristaniyê de pergal hema bêje bûye cenawirek ku xwe dixwe. Di aliyên aborî, civakî, çandî û exlaqî de xitimînê dijî. Pêngavên siyasî û leşkerî yên pergala kapîtalîst her ku roj dibore, bêtir rastî hêrs û tengezariya jin û gelan tê, lêgerîna ji bo feraset û bizavên azadîxwaz ên demokratîk û çareseriyên ku xwe dispêrin hêza cewherî zêde dibe.
Mirovên herêmê bi awayê etnîkî, olî, mezhebî, çandî û erdnîgarî hatine perçekirin
Netew-dewletên ku hîmê wan di şerê cîhanê yê yekem de hat avêtin û piştî şerê cîhanê yê duyem nîzameke rûniştandî wergirt, li ser netewperestî, zayendperestî û olperestiyê hatiye avakirin, dijminên herî mezin ên mozayîkên gelên Rojhilata Navîn in. Mirovên herêmê bi awayê etnîkî, olî, mezhebî, çandî û erdnîgarî hatine perçekirin, her parçeyek jî kirine dijberê perçeyê din. Hêzên hegemoniya kapîtalîst van dijhevbûnan bi hev didin şerkirin, bixwe jî rola hakemtiyê digre û polîtîkaya ku li ser hemûyan serweriyê pêk bîne dimeşîne. Di şerê cîhanê yê yekem de Ereban dabeşî 22 netew-dewletan kirin, Fars û Tirk jî kirin netew-dewletên cihê, vê jî bi xwe re pratîkbûna hegemonya Îngilîzan li herêmê anî. Piştî şerê cîhanê yê duyem jî bi alîkariya Emrîkayê netew-dewleta Îsraîlê li navenda vê pergalê hat bicîhkirin. Lê belê ev polîtîka bûye sedema ku herêm bibe qada şerê hundirîn ya bêdawî.
Dixwazin herêmê li gor daxwaza Îsraîlê dîzayn bikin
Şerên Ereb-Îsraîl ên kronîk, gengeşiyên di navbera Kurd-Fars, Kurd-Tirk, Kurd- Ereb, pevçûnên Sunnî-Şîa û di her herêmekê de nakokiyên çandî, etnîkî, mezhebî, ji rastiya feraset û avaniya pergalê çavkanî digre. Hêzên hegemon ên rojavayî mîmarên vê projeyê ne, di roja îro de armanc dikin ku careke din Rojhilata Navîn bi hebûna Îsraîlê lihev deynin û heta li gor hegemona Îsraîlê sererast bikin. Li ser vê bingehê jî hewl didin ku rêveberiyên hevkar di desthilatiyê de mayînde bikin. Netew-dewletên zêde totalîter ên herêmê jî her çend bi heman ferasetê hatibin avakirin jî, piştî şerê Ereb-Îsraîlê, mêzîn pir guherîne û heta hin dewlet berjewendiyên hêzên hegemonya rojavayî tehdît dikin. Bi vê re eşkere bûye ku netew-dewletên din, ne di wê qabiliyetê de ne ku bikaribin xitimînê derbas bikin. Ku ev rewş bi xitimîna sîstema kapîtalîst re gihîştiye hev, dîsa mudaxelekirina herêma Rojhilata Navîn bûye armanca sereke ya hêzên hegemonya rojavayî.
Rêber Apo tevî mercên giran jî banga agirbestê kir
Li ser bingeha paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo nêzîkatiya ku bi rêya diyalogên siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike, bûye sedem ku ji çareseriya pirsgirêkên herêmê bi rêbazên aştiyane re pêşengtî bike. Rêber Apo tevî şert û mercên giran ên esareta pergala Îmraliyê jî bi caran bangewaziya agirbestê kiriye, bi çareseriyên avaker pêvajoyên ku xitimîne vekiriye. Wekî ku di Newroza 2013’an de manîfestoya ku li Amedê îlan kir, di serî de pirsgirêka Kurd ji bo pirsgirêkên tevahiya herêmê formûla rêbaza azadîxwaz, demokratîk û her wiha lihevker û aştiyane pêşkêş kiribû. Vekişîna gerîla ya ji qadên pevçûnê û modela rêxistinê li gor pergala demokratk ji nû ve nirxandin, nîşanî hemû cîhanê da ku feraseta Rêber Apo ya çareseriyê çiqas stratejîk e. Bêguman dema ku ev pêngav hat avêtin, armanc ew bû ku; Kurdistan azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Pêngavên hatin avêtin jî diyar kir bi berçavkirina nirxên demokratîk ên gelan pirsgirêk hîna hêsan dikare were çareserkirin.
AKP’ê demokratîkbûnê wek wendakirina hegemonyaya xwe dibîne
Lê belê AKP’ê di wê pêvajoyê de jî ji serî ve wisa nêzîkî pêvajoya demokratîkbûnê ku Rêber Apo da destpêkirin, nebû. Ne wek pêvajoya muzakereyê, xwe wek pêvajoya tinekirina bizava têkoşîna tevgera azadiyê binirxîne. Sedema bingehîn a vê nêzîkatiyê jî feraseta desthilatdar a AKP’ê bû ku li hember demokratîkbûnê liberxwe dida. Niha jî pêvajoya ku bi insiyatîfa Rêber Apo bi banga girîng a ku di 27'ê Sibatê de hat kirin, bi heman perspektîfê û bi îradeyeke ramyarî û polîtîk ve hat destpêkirin. Li gel ku ev bangewazî li ser esaseke lihevkirina bi dewletê re hatiye kirin jî heya zêdetir vê carê ji aliyê dewletê ve ev daxwaz bi axaftinên Behçelî ku got bila Rêber Apo banga rêxistinê bike xuya bû, lê AKP’ê heya niha ji bo zeximkirina desthilatiya xwe, ne tenê ji pirsgirêka Kurd re, ji hemû pirsgirêkên din re jî diyar dibe ku hê bi heman hişmendiyê nêzîk dibe. Yanê AKP demokratîkbûnê wek wendakirina hegemonyaya xwe dibîne.
Erdogan ji bo hevdîtinê bi rengeke taloqker nêzîk dibe
Duyemîn sedema ku AKP bi semîmiyet nêzî pêvajoya demokratîkbûnê nabe jî; ji ber ku bi hegemonyaya Emrîkayê ve girêdayî ye. AKP bi vê xeletiya xwe, pêwîstî nabîne ku pirsgirka Kurd li ser bingeheke demokratîk çareser bike û Tirkiyê bi nirxên demokratîk bipêş bixe. Yanê heta niha di warê piratîk de ji helwesta AKP’ê ev xuya dibe û ji xwe hevdîtinên ku DEM Partî li gel hemû rêxistin û partiyên Tirkiye re kiriye, Erdogan ji bo hevdîtinê bi rengeke taloqker nêzîk dibe. Lê tiştê niha xuya dibe, dewleteke di warê nerîn û helwestan de yekpare nîne, ev jî giringiya ku têkoşîna bi serxistina pêvajoyê bi îradeya piraniyan pêkan dike. Ji xwe pêwîst bê dîtin ku civak êdî hatiye asta ku nikare pirsgirêka Kurd hilgire û di asteke zêde de daxwaziyên çareseriyê bilind dibe. Rêber Apo berpirsyarî girtiye ser xwe û li gorî vê yekê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd pêngavên pir girîng davêjin.
Hikûmet gavên erênî neavêtiye
Tevgera azadiyê bi daxuyaniya ku di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir, helwesta xwe ya ji bo erkên pêkanîna aştiyê û pejirandina têkoşîna demokratîk danî holê. Lê hikûmeta AKP’ê di mijara demokratîkbûnê de ti pêngav neavêtiye, ziman û bilêvkirina xwe ya şer neguhertiye, bi ser de jî li Rojava li beramberî gelê Kurd li milekî bi awayek aşkera hê jî destek dide çeteyan, li milekî jî bi êrîşên hewayî gel qetil dike, li herêmên ku dagir kirine hê jî bi destên çeteyan kiryarên revandin, kuştin û destavêtina jinan didomîne. Bi tevî domandina van kiryaran herî dawî li Kobanê jî malbetek qir kir. Her wiha li hemberî gerîla li qadên parastina medyayê jî êrîşên bê navber didomîne. Li beramberî vê yekê, Tevgera Azadiyê daxuyaniyên hişyariyê daye, nirxandina rewşê û nêzîkatiyên desthilatiyê bi berfirehî dinirxîne. Lewma pêvajoya demokratîkbûnê ku ji hêla tevahiya cîhanê ve bi heyecan pêşwazî bû, ji ber van nêzîkatî û ferasetên desthilatdariya li Tirkiyeyê hatiye asta nediyariyê. Divê were zanîn ku ger çareseriyek bibe jî, dê bi nasîna vîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û qebûlkirina vîna gelê Kurd bibe.
Niha li hemberî muxalefetê jî ketiye nava pevçûneke cidî
Di encamê de, AKP’ê careke din bi îflasa polîtîkayên înkar û bêçareseriyê re rûbirû maye. Mijara ku AKP’ê tê de xitimiye tenê pirsgirêka Kurd nîne, ti hesabên AKP’ê pêk nehatiye. Dikare bê gotin ku ji tirsa destberdana desthilatdariyê faşîzma li Kurdistanê di hundirê Tirkiyeyê bi xwe de jî belav û zêde kiriye. Niha li hemberî muxalefetê jî ketiye nava pevçûneke cidî û bi rêbazên tepisandin û girtinê ve dixwaze ku her kesî bê deng û bê bandor bike. Tesbîta Tevgera Azadiyê ya ku dibêje ‘li Kurdistanê faşîzim li Tirkiye demokrasî, an jî li Kurdistanê demokrasî li Tirkiye faşîzm nabe’ çiqas tesbîtek di cî de û girîng e radixe ber çavan. Jixwe ger ku di Kurdistanê de siyaseta demokratîk pêk bihata, li Tirkiye wê pirsgirêka faşîzmê û weke ku dibêje ya terorê nebûya.
Di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de jin xwedî rola pêşeng in
Li hemberî faşîzmê helwesta gelê Kurd, Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Jinê jî bi zelalî diyar e. Bi taybet li Kurdistanê û Tirkiye li pêşberî encamên zext û siyaseta qirkirinê, jinan ji êşên xwe hîn zêdetir ders wergirtine, têgihîştina berxwedaniyê li gor berê pir zêdetir pêşketî ye. Di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de jin xwedî rola pêşeng in û li Kurdistanê pêkhatina şoreşa civakî jî pêşketineke ku bi destê jinan pêş dikeve û xurt dibe. Li kêleka vê jinên herêmê jî pir hewldanên wan ên girîng ên ramyarî, rêxistinî û çalekî derketiye holê. Careke din fêm bûye ku di nav têkoşînên giştî de ji bo ku keda jinê neyê xwarin û nekeve bin biryara zilamê desthilat, hewce dike jin hevgirtî bin. Di serî de li qadên mehelî li tevahiya herêmê jin li ser bingeha feraseta azadîxwaziyê, ber bi rêxistinbûnên hevbeş ve diçe û pêşxistina projeyên hevbeş ên çalakî û tevgerbûnê di asta jiyanî de girîng e. Jinên herêmê hîn zêdetir diyar dikin ku pirsgirêkên jinê yên azadiyê bi qasî ku aliyên wê yên dîrokî hene, wek pirsgirêkek rojane li benda çareseriyê ye. Li her cîhek Rojhilata Navîn û li cîhanê jî ev pêdivî roj bi roj xwe ferz dike, bi vê re jî hin pêngavên girîng tên avêtin.
Bandora 8’ê Adarê
Di vê mijarê de ezmûnên têkoşîna bizava azadiyê û îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo bi eleqeyeke mezin pêşwazî dibe. Di 8'ê Adarê û Newrozê de ev hevgirtina jinan û yekbûna hest û lêgeran careke din bi awayeke hîn xurtir xwe nîşan da. Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ji gelek bajarên Emerîkaya Latîn jin daketin kolanan û li dijî êrîşên li ser Şoreşa Jinê û Kurdistanê dengê xwe bilind kirin. Her wiha Li Almanya, Fransa û li gelek welatan jî peyamên jin û çalakiyên wan pir bi wate bûn. Hemû jinên xwedî lêgerîn ku ji tevahiya welatan bendewarî, hêvî û baweriyên xwe ji Rêber Apo û têkoşîna azadiya jinê îfade kirin. Bi 8’ê Adara îsal hate nîşandan ku jin li her derê li derdora xwesteka azadiyê bibin yek, dê ji yekîneyên demokratîk ên gelan re pêşengtiyê bikin. Pêngavên ji vê pê ve were avêtin hewce dike bibin xebatên ku encamên wan ên avanî û pratîkî hebin. Ev ji bo ku rastiya civakîbûna li derdora jinê ku cewhera demokratîkûnê derkevin holê, pir girîng e. Ji lewma rola ragihandinê jî di vê yekê de heye ku jinan ber bi van nîqaşan û hewildanan ve zêdetir bikşînin û çalakiyên jinan berdewamî bikin.
Konferansa Jinên Kurd
Ji xwe Newroza sala 2025’an a bi dirûşma "Civaka Demokratîk û Rêbertiya Azad', bi pêşengiya jin û ciwanan li her qadên Newrozê bû silavdayina banga serdemê ya Rêber Apo. Her wiha jin li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiye di rêvebirina vê pêvajoya bi inisiyatîfa Rêber Apo de, pir bi awayeke aktîf pêşengtiyê dikin. Di heman demê de Konferansa dîrokî ya jinên Kurd li Rojava di vê pêvajoyê de xwedî nîqaş û peyamên girîng bû. Bi taybetî di warê peyama Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd de ev konferans ji bo jinên Kurd bi giştî xwedî wateyeke mezin e. Her wiha ev konferansa jinan di vê pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe, ku pêvajoya avabûnê ye, jin jî bi tesbîta ku "ger di vê pêvajoyê de jin nikaribe rola xwe diyar bike dê li pêşberî xeteriyên pir mezin rû bi rû bimînin" kiribûn û tesbîteke di cîh de bûye. Bi nirxandina rewşên li Sûriyeyê jî jin ji bo diyarkirina sekn û pêşeroja xwe helwest û vîna jinan careke din li Rojavayê Kurdistanê di warê îfadekirina şoreşa jinê de girîng bûye. Ev li herêmê, di nava geşedanên heyî de pêngavek pir xurt bûye.
Girîngiya azadî, ewlehî û têkoşîna Rêber Apo
Her wiha di pêvajoya kaosê de rêya sêyemîn a ku li ser bingeha paradîgmaya Modernîteya Demokratîk alternatîfa yekane ye, bi hêviyên mezin tê pêşwazîkirin. Modela netewa demokratîk ku li Rojava bûye pergal, ji bo gelên herêmê jî mînak e. Ger ku avaniyên azadîxwaz ên demokratîk bikaribin qalibên zayendparêzî, netewperestî, olperestî û desthiltdarî bişkênin, dê herêm dîsa bibe qenala herikîna dîrokî ya gerdûnî, mirovahî li cihê wenda kiriye dê qezenc bike. Rêber Apo heta di şert û mercên esareta Îmraliyê ji kaosa sîstemî ya avanî re çareserî pêşdîtiye û li dijî her cure êrîşên kapîtalîzmê bûye navenda berxwedanê, vê rastiyê jî asoya azadiya di şexsê Rêber Apo de diherike têkoşîna azadiyê û ev yek di jinan û gelê Kurd de jî dide pêşxistin. Ger azadî, ewlehî û tenduristiya Rêber Apo pêk bê, pir eşkere ye ku dê ji serdema azadiya civakî re rêbertiyê bike. Di vê wateyê de helwesta bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadî û yekîtiya demokratîk a gelan û azadiya jinê bi xurtî derdikeve pêş. Bi helwesta li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo û bi rêbertiya pratîkî ya Rêber Apo, ewê gel û jin li Rojhilata Navîn bighên siberojên azad, bi awayeke zelal xwe nîşan dan.
Pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’
Di helwesta Tevgera Azadiya Gelê Kurd, Tevgera Azadiya Jinê û ya gelê Kurd de jî diyar bûye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê vê pêvajoyê ye. Dewlet jî vê dizane lê bi rayagiştî re parve nake. Tevgera Azadiyê nîşan daye ku ji bo bikevin pêşiya her cure nêzîkbûnên taloqkirinê, ewê pêngava Rêber Apo bihêz bimeşînin. Pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’, girêdayî pêvajoyê bibandor ewê bê meşandin. Pêngava ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, di asteke girîng de di warê cîhanî de jî li hemberî vê pêngavê nêzîkatiyên ku destek dike û erênî lê dinhêre, bipêş dikeve. Herî dawî xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de 200 kes ji bo piştgiriyê bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, daxuyanî dan û naveroka vê daxuyaniyê jî girîng bû.
Girîngiya muxalefeta civakî
Pir aşkera ye ku li Tirkiyeyê krîter û pîvana sereke ya demokratbûnê jî têkbirina pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rewşên ku li Tirkiye niha diqewimin, pirsgirêk û aloziyên heyî, ancax bi demokratîkbûna Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareser bibin. Hêza muxalefeta civakî ya li Tirkiyeyê jî ancax ger li ser esasê bangewaziya Rêber Apo ya çareseriya demokratîk ku xwe bi rêxistin bike, li hemberî desthilatdariyê û faşîzmê dê bi serkeftî bibe. Faşîzma li Kurdistanê, li tevayî Tirkiyê xwe balav dike. Ger ku muxalefetên civakî di dema xwe de têkoşîn û helwestên rast raber kiriban û hişyariya li hember bê adaletî û niheqiyên desthilatdariyê yê li hember gelê Kurd jî helwest raber bikirana niha li Tirkiyê faşîzm ewqas cesaret nedikir ku xwe belav bike.
Ji xwe Tevgera Azadiya Jinê bangawaziya Rêber Apo wek Manîfestoya Civaka Demokratîk pêşwazî kir. Tevgera Azadiya Jinê ji serkeftina pêvajoya ku bi bangawaziyê destpê kiriye, xwe wek berpirsyar û muxatabên esas dibînin û bi vî rengî jî bilêv dikin. Bi hêz û morala ku jinan ji Rêber Apo girtine, biryardariya xwe ya ku vê sedsalê bikin serdem û sedsala jinê û biser bixin, careke din danîne holê.