Li Til Birakê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê 2 zarok ji ber gulebaranê jiyana xwe ji dest dan.Der barê bûyerê de tu agahiyên din nehatin bidestxistin û aliyên ewlekariyê tu daxuyanî nedan.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240519-til-birak-heseke-jpg25efbc-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li go agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama gulebarana li gundê Qaim ê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê de zarokên bi navên Cûrî El Cerdo (7) û xwişka wê Qedriye jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de tu agahiyên din nehatin bidestxistin û aliyên ewlekariyê tu daxuyanî nedan.