Li Tehranê zengilên bêaviyê lêdidin

Bi berdewamkirina pêla germahiya zêde û kêmbûna rezerva bendavan a heta niha nehatiye dîtin re; Tehran ji ber bêaviyê di nava krîzeke mezin de ye. Birandina avê, pesta kêm û bicihkirina tenkerên seyar ên avê tenê hinek aliyên vê rewşê nîşan didin.

RONAK ŞEHBAZÎ

Tehran Li gorî Saziya Meteorolojî ya Îranê, li welat hefteyek e germa herî zêde ya salê heye. Li hinek herêman pileya germahiyê derket ser 50 santîgratê. Tevî germahiya zêde, Îran bi krîzeke mezin a avê re rûbirû ye û nêzî pênc salan e bi hişkesaliyê re têdikoşe. Îsal jî ji ber ku baran li gorî salên borî kêm bû, ava derketin û rezervên bendavan pir kêm bû. Van mercan, dema ku bi pirsgirêkên binesaziyê, kêmasiya rêveberiya tam û pêla germahiyê re jî bûn yek; li welat bû sedema birandina av û cereyanê. Bajarên weke Tehran û Keracê, ji ber bêaviyê mirov ber bi tankerên avê ve diçin û bi bîdonên plastîk avê dikşînin malên xwe.

Pirsgirêkên demdirêj ên birandina avê

Li gelek heremên Tehranê pesta avê kêm bûye û ji roja 24’ê Tîrmehê ve heta niha, li gorî agahiyên gel, li aliyê başûrê bajar av her dem tê birandin. Li hinek herêman jî birandina avê, heta 72 saetan didome. Elahe Saîdî ya li herêma Salihiyê dijî wiha dibêje: “Bi şev avê dibirin, bi roj jî ji ber ku cereyan tune ye, av nayê lewre pompeyên avê bi cereyanê dixebitin.”

Birandina av û cereyanê bi hev re ji bo gel gelek pirsgirêkan çêdike. Anahîta Geyseriyan a li Ferdîsê dijî jî balê dikşîne ku di mercên zor de bebika xwe xwedî dike û wiha dibêje:
“Piştî nîvroyê ji saet 2 heta 10’ê şevê av birandiye. Êdî çêkirina xwarina bebikê û paqijiya wê heta tu bibêjî zor bûye. Ji bo vexwarinê jî divê em ave bixin bîdonan.”

Golare Foruzan jî behsa bandora vê krîzê ya li ser karê xwe kir û wiha got: “Ez di kûafurek de boyaxê dikim. Dema ku av tunebe em nikarin bixebitin ji ber ku dibe em zirarê bidin kesên ku porê xwe boyax dikin. Jixwe rewşa aborî xirab e, îcar birandina avê jî daye ser. Ji ber bêaviyê hefteyek e nikarim karê xwe bikim.”

Polîtîkaya avê û çînî

Li gorî şêniyên Tehranê têkiliya birandina avê bi polîtîkayên çînî re heye û vê yekê ji bo pêşgirtina li çalakiyên şermezarkirinê yên civakî ye. Şima Kerîmî wiha dibêje: “Li başûrê Tehranê û taxên kenar, her dem av tê birîn. Qelîteya ava vexwarinê kêm e û li hinek herêman av ji bo xwarin û paqijiyê jî nabe lê aliyê bakur û taxên navendê tenê kêmbûn pestê heye, kêm caran av tê birandin. Li hinek herêman cereyan neyê birandin.”

Gelek kes vê rewşê weke tedbîra ji bo pêşîgirtina li çalakiyên li herên bakur dibînin. Her wiha Şirketa Kanalîzasyon û Avê ya Tehranê, bi armanca ku bi awayê demborî be jî avê peyda bike û pêdiviyan bi cih bîne, her çendî tankerên avê yên seyar bi cih bike jî zêdetirî wan li aliyê başûr û taxên kenar tên bicihkirin.

Ji zengilên xeterê ber bi krîzê ve

Di salên 2010’an de Saziya Derdorê, diyar kiribû ku Tehran bi çavkaniyên avê yên ku domdariya wan tune re pir girêdayî ye, ger modela serfkirinê neye sererastkirin dê li welat av biqede. Naime Ahmedî ya li Tehranê dijî wiha dibêje: “Demek dirêj e pesta avê kêm e. Ji ber wê bi salan e li herêmên kenar, pirsgirêkên avê hene û krîza avê ya îro, encama guhnedana hişyariyên ku bi salan hatin kirin û nebihîstina çalakiyên şermezarkirinê ye.

Di sala 2019’an de jî Navenda Lêkolîna Meclisê bi raporek diyar kiribû ku çavkaniyên ava vexwarinê yên Tehranê, tenê ji sedî 50 dikarin berdewam bikin û ji sedî 35 şebekeya belavkirina avê kêm bûye.

Bi van hişyariyan ve girêdayî, miqdara barana di kortalên bendavên Tehranê de her dem kêm bû, bi bi xwe re krîza avê anî.

Tevî van nîşaneyan jî polîtîkayên di meriyetê de zêdetir li ser projeyên tranfser bûn, tedbîrên ji bo nûkirina şebekeyan, veguherîna ava qirêj an jî perwerdeya ku gel teşwîqê teserufê were kirin nehatin girtin.

Di vê navberê de nifûsa Tehranê zêde bû û serê mirovê rojê 250 lître av hat xerckirin. Halbukî li gorî standardên cîhanê divê ji 150 lître kêmtir be.

Van sedeman hemû, di encama bêbaldarî, rêveberiya xirab û îhmalkariyên kronik bûn sedema krîza avê. Vê krîzê di demek nêz de dibe ku Tehranê ber bi pêla koçberiyê ve bibe û dibe ku di nava 40 rojan de bigihîje “saeta sifir.”