Li Tehranê xwepêşandana esnafan di roja 2’emîn de didome

Esnafên Tehranê, li dijî rewşa aborî ya xirab, bilindbûna bihayên dolar û zêr û lêçûnên jiyanê, xwepêşandan û grevên xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandan û grevên esnafên bazarê û komên pîşeyî yên cûrbecûr ên li Tehranê ya ji ber nezelaliya aborî, bilindbûna bihayên dolar û zêran û zêdebûna lêçûnên jiyanê, di roja duyemîn de didome.

Dîmenên li ser medyaya dîjîtal, nîşan didin ku xwepêşandan li seranserê Tehranê belav dibin. Li deverên mîna Naser Xosro, Cadeya Komarê, Meydana Hesenabad, Çarxara Stenbolê, Bazara Molavî û Lalezarê xwepêşandan hatin lidarxistin û gelek dikanên li navenda bajêr hatin girtin.

Li gorî agahiyan, xwepêşandanên ku ji ber bêîstîqrariya aborî û guherînên diravî hatin lidarxistin, li Çarxara Stenbolê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de bû sedema pevçûnan. Rûxmê ku hinek dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê, îdia kirin ku rêjeya dovîzê daketiye jî, di rojên dawî de bi awayekî lezgin zêde bûye û bazara Îranê felç kiriye. Enflasyon ji sedî 50’î derbas kir û bihayên xurekê jî sedî 80 zêdetir bûn.

Nezelaliya aborî didome û asta jiyana welatiyan roj bi roj kêm dibe; li gorî daneyên fermî, li Tehranê sînora hejariyê bi qasî 40 milyon tumen e.