Li Tehranê krîza avê: 40 demjimêr in av tune ye
Li hinek herêmên Tehranê sê roj in av tê birîn û henek tax 40 demjimêr e bê av in. Şirketa avê û qenalîzasyonê, diyar kir ku ev rewş dê heta dawiya havînê bidome û ragihand ku divê gel pêdiviya xwe bi pompa yan jî kirîna depoyên avê bi cih bîne.

Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de li paytexta Îran Tehranê, bênavber av tê birîn. Li hinek herêman 40 demjimêr in av bi tevahî hatiye birandin. Di demsala havînê de û di demek ku hewa gelek germ e de vê krîza bêaviyê, ne tenê di warê pêdiviya bi avê de, ji aliyê tendirustî, civakî û rewşa ruhî ve jî bandorên xirab li ser mirovan çêdike.
Mirov ji qatên jêr bi naylonan avê dikşînin
Li gorî nûçeyên nûçegihan Meryem Şekeranî û Zeyneb Rahîmî gelek malbatên li Tehranê, ji bo ava vexwarinê, xweşûştin, cilşûştin û firaqşûştinê, ji qatên jêr ên avahiyan bi rêbazên kevnar, bi bîdonên naylon avê dikşînin û hewl didin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ev pirsgirêk tenê bi herêmeke diyarkirî bi sînor nîn e, li gelek herêmên cuda yên bajar bandora xwe çêkiriye.
Li gorî nûçegihanan, axaftina bi hejmara 122 ya xeta Şîrketa Av û Kanalîzasyonê re hatiye kirin de hatiye gotin ku dê heta dawiya havînê rewş wiha be. Her wiha saziyê ji bo çareseriyê jî diyar kiriye ku welatî ji bo malên xwe pompeyên avê û depoyan bikirin û ev yek jî nîşan dide ku berpirsyariyê bi temamî avêtine ser gel, tu çareserî tune ye.
Li peytextê 40 demjimêr in av tune ye
Nûçegihan Meryem Şekeranî wiha got: “Li peytextê 40 demjimêr in av tune ye. Mirov ji qatên jêr bi bîdonên naylon avê dikşînin, germ dikin û serê xwe dişûn. Li her malê cilên qirêj kom bûne, firaq neşûştîne, çêkirina xwarinê bûye derd. Kesên ku bi wêneyên êzingan kena xwe bi zivistana zor a Ewropayê dikirin, niha li ku ne? Ez li Îdareya Av û Kanalîzasyonê geriyam. Peywirdarê li ser xeta 122, diyar kir ku dê rewş heta dawiya havînê wiha be lê nikarin terminate bidin ka heta wê demê dê asta avê zêde bibe yan na. Di dawiyê de gotin; ‘Pompa yan jî depo bikirin, weke din çare tune ye.’
‘Mafê wan tune ye ji vê rewşê gel berpirsyar bibînin’
Rojnameger Zeyneb Rahîmî jî li ser mijarê wiha got: “Mafê wan tune ye welatiyan ji bêavî û tunebûna cereyanê berpirsyar bibînin. Ev yek ji ber avakirina înşaetên ji kapasîteya bendavê zêdetir û rêveberiya avê ya şaş çêbûye. Ev yek encama nezanîn û kêmaqiliya we ye.”
Li gorî daneyên Şirketa Rêveberiya Çavkaniyên Avê; di pênc bendavên mezin ên Tehranê de bi giştî 401 milyon metrekup av maye. Di bendavên Emîr Kebîr, Lar, Taleghan û Mamlu-Letianê de 63, 62, 211 ve 63 milyon metrekup av maye. Van hejmaran nîşan didin ku dema kapasîteyên rast ên bendavan û pêdiviya avê ya bajarê Tehranê werin muqayesekirin xuya dibe ku krîzeke mezin di warê avê de heye.
Di krîza çavkaniyên avê de rola rêveberiyê
Di nava çil salên dawî de projeyên înşaetên avakirina bendavan, fikarên hawirdorê û çavkaniyên ku dikarin xwe nû bikin, bêyî ku li ber çavan werin girtin ketine meriyetê. Vê yekê zirarên mezin daye pergala hîdrolojîk a Îranê. Transfera avê ya di navbera kortalên avê de û bendavên avê yên li ser deryayan hatine çêkirin, hevsengiya çavkaniyên ava binerd û sererdê xirab kiriye.
Polîtîkayên giştî yên çavkaniyên avê yên rayedarên Komara Îslamê ya Îranê, ji bingeha zanistî û rêvebirina rêbazên nûjen bêpar e. Pêşniyarên pisporên serbixwe an jî yên saziyên navneteweyî gelek caran nayên esasgirtin biryarên ku tên girtin jî ji plansaziya ku dikare bidome zêdetir demkurt in û xwe dispêrin hesabên siyasî û aborî.
Hikumet, li cihê ku pergala çandiniyê sererast bike, pêşî li îsrafa avê bigrin, senayiyên enerjiyê veguherînin û gel perwerde bike, berpirsyariyê avêtiye ser milên welatiyan. Sûcdarkirina welatiyan bi xerckirina zêde ya avê, bêmafî ye. Ji ber ku dewlet bi xwe di çandiniya bê berhem û avahiyên berê yên senayiyê de, îsrafa herî zêde kiriye, ji berpirsyariyê direve.
Ji bo çareseriyê divê pergalên bêbandor û rizî biguherin
Her wiha rayedarên payebilind ên ji rêveberiya avê berpirsyar in, gelek caran der barê rewşa çavkaniyên avê û plansaziyan de agahî nadin raya giştî. Ji ber kêmasiya agahiyên rast, tunebûna saziyên kontrolê yên serbixwe û di cihnegirtina gel di dema biryaran de bûye sedem ku pergalên bê bandor û rizî bidomin.
Krîza avê ya li Tehran û herêmên din ên welat, tenê hişkesaliya xwezayî an jî bi nezanîna gel nikare were îzahkirin. Ev rewş ji ber rêveberiya xirab, biryarên şaş ên stratejîk û guhgirtina ji zanist û pisporiyê re ye. Çareseriya rast, ew e ku feraseta di rêveberiya çavkaniyên xwezayî de serdest e biguhere, zelalî çêbibe, hesabdayîn hebe û pispor beşdarî pêvajoyên biryaran bibin.