Li Tebqayê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê li Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek hat lidarxistin zarokan di şahiyê de helbest û kurteçîrok xwendin.

Navenda Nûçeyan-Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20'ê Mijdarê xelkê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên curbecur li dar dixin.
Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya li bajêrêTebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyeke zarokan hate lidarxistin. Her wiha komeke zarokên bajêr helbest û kurteçîrokên bi xwe nivîsandine ji dehan zarok û xelkê beşdar re xwendin.
Di şahiyê de Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê diyariyên sembolîk dan zarokan.