Li Tebqayê çalakiyên ‘Rojên Jinerjî’

Rojên Jinerjî yên Nagihan Akarsel ku bi boneya dûyemîn salvegera qetilkirina wê di 2’yê mehê de destpê kiribû bi çalakiyên li Tebqayê bi dawî bû.

Tebqa – Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi destê tetîkeşên dewleta Tirk hat qetilkirin, du sal in bi çalakiyên rengîn bi ‘Rojên Jinerjî yên Nagihan Akarsel' tê bibîr anîn. Rojên Jînerjî yên Nagihan Akarsel ku îsal di 2’yê mehê de bi çalakiya li Dêrîk a Kantona Cizîrê destpê kir, bi çalakiyên li bajarên cûda berdewam kir îro bi çalakiyên li Tebqayê bi dawî bû. 

Beriya bername destpê bike yek deqe rêz hat girtin. Paşê Endama Akademiya Jineolojî Bêrîtan Zîn axivî.

‘Mîna Nagîhan em ê gav paş de navêjin’

Bêrîtan Zîn wiha got: “Şehit Nagîhan digot hezaran salan dengê jin yê kevnar, qirîna wê hate tepisandin pêwiste em wekî jinên xwediya şoreşê denge jin û rengê jin bidin xuyakirin. Di şexsê Nagîhan Akarsel de tevahi jinên şoreşger en bi lêgerîna heqîqetê meşiyan e û di oxira azadiye de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tinin.Îro di hizûra bîranîna şehit nagîhan akarsel de em carek din soza xwe didin ku emê bibin denge hemû jinan. Heman demê îxaneta li başûrê Kurdistanê hatiye kirin em jibîr nakin û hemû xebatê xwe li ser esasê azadiya jin û gelan em ê bimeşînin. Bi her gavên ku em davêjin dijmin ditirse. Raste bila bitirse ji ber ku em rêhavalê zilanan nagîhana nın. Çawa ku Nagîhan yek gav paş neavêt em jî gavê xwe paş navêjin.”

Paşê sînevizyonek derbarê jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel de hat temaşekirin. Her wiha li ser peyva ‘Jinerjî’ ya ku Nagihan Akarsel tim bikar dianî axaftin hat kirin.

Helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî yên li ser Nagîhan Akarsel hatine nivîsandin hat xwendin û koma Şehît Hêlîn Cûdî ya stranan a Reqayê derket ser dikê, stranan got. Herî dawî pirtûka ‘Nîsan’ a Nagîhan Akarsel hat nasîn.

Bername bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.