Li Taîzê ji bo piştgiriya karkerên jin projeya karta tenduristiyê destpê kir
Li bajarê Taîzê di nav şert û mercên aborî yên dijwar û nebûna sîgortaya tenduristiyê de, bi armanca sivikkirina barên tenduristî û malî yên karkerên jin ên di sektora giştî de dijîn, projeyek karta tenduristiyê hat destpêkirin.
RAHMA ŞENZUR
Yemen- Di nav şert û mercên aborî yên dijwar û kêmbûna xizmetên tenduristiyê de, bajarê Taîza başûrê rojavayê Yemenê, duh ji bo jinên ku di saziyên giştî de dixebitin projeyek karta tenduristiyê da destpêkirin. Proje, armanc dike barên tenduristî û darayî yên li ser milên karkerên jin sivik bike.
Projeya ku bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Pêşxistina Jinan û Nexweşxaneya Giştî ya El-Sewra pêk hat, di destpêkê de 100 kartên tenduristiyê li jinên ku di saziyên giştî de dixebitin belav kir. Kart, li Nexweşxaneya El-Sewra ji bo xizmetên tenduristiyê, heta ji sedî 50 erzanî pêşkêş dikin û rêveberiya nexweşxaneyê projeyê ji bo jinên ku dixebitin, mîna piştgiriyek girîng nirxand.
‘Sîgorteya tenduristiyê mafek bingehîn e’
Yek ji xebatkaran Zeyneb Abdullah, diyar kir ku karta tenduristiyê di şert û mercên ku sîgorte tuneye û lêçûnên dermankirinê zêde dibin de destkeftiyek girîng e û got ku karkerên jin bi lezgînî hewceyî derfetên bivî awayî ne. Zeyneb Abdullah, destnîşan kir ku sîgorteya tenduristiyê mafek bingehîn e û bang li hikûmeta herêmî kir ku ji bo baştirkirina şert û mercên jiyan û tenduristiyê yên karkeran hevkariyê bike.
Çalakvan Hamas Kaid, karta tenduristiyê ji bo jinên di saziyên giştî de dixebitin mîna gavek erênî nirxand û destnîşan kir ku ji bo adaptekirina li gorî şert û mercên aborî, piştgiriyên zêde yên mîna başkirina mûçeyan û zêdekirina mûçeyan hewce ye.
‘Mûçeyên kêm û lêçûnên dermankirinê yên zêde gihîştina xizmeta tenduristiyê dijwar dikin’
Rêvebera Beşa Pêşxistina Jinan li Parêzgeha Taîzê Nejah el-Şamî jî, diyar kir ku ev înîsiyatîf ji bo karmendên jin bersiva hewcedariyek lezgîn daye. Nejah destnîşan kir ku mûçeyên kêm û lêçûnên dermankirinê yên zêde gihîştina lênihêrîna tenduristiyê, dijwar dikin. Nejah el-Şamî, da zanîn ku proje armanc dike ku ji bo jinan sîgorteya tenduristiyê ya herî baş peyda bike û hevgirtina civakî xurt bike û wiha got: “Tê plankirin bernameya ku bi erzaniya ji sedî 50 dest pê kir, di pêşerojê de ji bo nexweşxane û klînîkên din bê berfirehkirin û sektora taybet jî beşdarî pêvajoyê bê kirin.”
Çalakvana siyasî Cemîla Yahya jî, da zanîn ku karta tenduristiyê dê zehmetiyên ku karkerên jin di nav dorpêçkirin, zêdebûna bihayan û kêmkirina mûçeyan de pê re rû bi rû dimînin, sivik bike. Cemîla projeyê di vê heyamê de mîna hewildanek pêwîst û lezgîn pênase kir.