Li Taîzê 5 zarok bi teqîna bombeyekî jiyana xwe ji dest dan
Li gundê El-Arsum ya herêma El-Habil El-Heşme ya navçeya Taizê, bombeyekî şer teqiya û 5 zarok jiyana xwe ji dest dan. Temenê zarokan di navbera 12 û 15 salî de bû.

Yemen – Bûyerên di encama teqîna bermahiyên şer de pêktên û bi taybetî li deverên ku berê şer lê hatiye jiyan kirin, belavbûna bermehiyên şer ên neteqiyayî, metirsiyan zêde dike. Lê rûxmê vê yekê jî, ji bo paqîjkirina mayînan û mîgoserkirina ewlehiya niştecîhan tu hewildanek nayê kirin û ev rewş ji ber nezanebûna zarokan ya derbarê xeteriya bermahiyên şer de, zarokan hîn zêdetir bêparastin dihêle.
Li navçeya Taizê ya li başûrê rojavayê Yemenê, li gundê El-Arsum di encama teqîna bombeyekî de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan. Teqîn dema ku komek zarok li qadekî li nêzî mala xwe dilêyistin pêkhat.
Bûyer dema ku komek zarok li zeviyek nêzîkî mala xwe dilîstin qewimî. Li gorî niştecihên herêmî, temenê zarokan di navbera 12 û 15 salî de bûye û ji ber hêza şarapnel û bandora teqînê zarok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çavkaniyên herêmî, navên zarokên jiyana xwe ji dest dane wiha ye; Mubarek Yasir Eş-Şarabî yê 14 salî, Usame Ebû Bekir Ehmed Elî yê 12 salî, Beşîr Ekrem El-Fadlî, Enes Cevad Mihemed Salih yê 14 salî û Ehmed Elî Muqeal El-Atamî yê 12 salî.
Xeterî hê jî didome
Ev bûyer rastiya metirsî ya bermahiyên şer ên li seranserê gund û deverên niştecîbûnê yên parêzgeha Taîzê û bi taybetî jî li herêmên di bin kontrola tevgera Hûsî de ne, radixe berçavan. Rûxmê salên dirêj derbasbûye jî, li gelek herêman bermahiyên şer nehatine paqîj kirin û ji bo niştecihen herêmê tu kampanyayên hişyarkirinê nehatiye destpêkirin.
Herêmên bakur ya Taîzê, bi taybetî ji ber kêmbûna tedbirên peşîgirtinê, nebûna ekîbên paqîjkirina mayînê û li qadên niştecihbûnê ne paqîjkirina bermahiyên şer, gelek caran bûyere şahidê bûyerên bivî awayî. Ji ber ku zarok ne di zanebûna xeteriya bermahiyên şer de û bi hesta zarokatî nêzî van bermahiyan dibin, di nava komên herî bêparastin de cih digrin.
Ev bûyer, di wextekî ku hişyariya rêxistinên herêmî û navneteweyî ya li Yemenê zêde dibin de pêkhat. Raporên mafên mirovan, nîşan didin ku gelek gund, cotgeh û herêman ên li navçeya wekî Taîz, El-Hudeyde, El-Cewf û Seade yên di salên dawî de pevçûnên bejahî lê qewimîne, bûne deverên xeternak, veguheriye qadên bixeter.