Li Suweydayê tundiya bipergalî ya li ser jinê hate nîqaşkirin

Li Suweydayê, ji aliyê Komeleya "Jin Jiyan in" ve di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, rûniştina diyalogê hate li dar xistin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda- Li Suweydayê, îro ji aliyê Komeleya "Jin Jiyan in" ve di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, rûniştina diyalogê hate li dar xistin. Di rûniştinê de tundiya bipergalî ya jin rastî tê û bandora vê tundiyê ya li ser civak, zarok û mirovan hate nîqaş kirin.

‘Piştgiriya jinan ji bo bidestxistina cihek ewle pir girîng e’

Endama komeleyê û perwerdekara berpirsiyarê beşa zarokan Samar el-Cezar, destnîşan kir ku jin rûxmê berpirsiyariyên giran jî, dikarin di serdema piştî şer de bibin hevkarên rasteqîn û destnîşan kir ku welat bi qeyranên aborî û civakî, kêmasiyên çavkanî û binesaziyê re rû bi rû ye û piştgirîkirina jinê ya civakî, aborî û derûnî, ji bo avakirina hawîrdorek ewle û aram pir girîng e. Samar el-Cezar, diyar kir ku jinên başbûne dikarin malbatên tendurist ava bikin, zarokan ji bo pêşerojê amade bikin û bi taybetî di tenduristî, perwerde û pêşxistinê de rolek çalak bilîzin. Samar el-Cezar, destnîşan kir ku jin di eniyên pêş ên alîkarî û xebata dilxwaz de cihdigrin û bi dayîna piştgiriyê ya ji kesên xeternak re di afirandina hawîrdorek ewle de rolek navendî dilîzin.

‘Hişyariya têkiliyên toksîk jinan ji aliyê derûnî ve diparêze’

Lujain Jubbayî ya beşdarî rûniştinê bû, behsa cûreyên tundiya li dijî jinan ên di jiyana rojane de pir caran nayên dîtin kir. Samar el-Cezar, diyar kir naskirina têkiliyên toksîk, tundiya dîjîtal û zordestiyê, alîkariya jinan dike ku xwe biparêzin û destnîşan kir zexta civakî an jî wijdan netêrkêr e û qanûnên hişk ji bo garantîkirina mafên jinan pêwîst in. Lujain Jubbayî, diyar kir her çend derfet li deverên gundan kêm bin jî, jinên li bajaran bi rêya rojnamegerî, siyaset û xebata dilxwazî derfetên zêdetir dibînin û da zanîn rûniştinan hişyariyê zêde dikin û piştgiriyê didin jinan ku pirsgirêkên rojane çareser bikin û beşdarî avakirina civakek li ser bingeha edalet û wekheviyê dibin.

‘Tundiya dîjîtal yek ji pirsgirêkên herî xeternak e ku jin rastî tên’

Perwerdekara navneteweyî Ghaida al-Zuba, diyar kir ku ev rûniştin ji bo balkişandina ser rola jin û civakê ya di parastina hevsengiya derûnî û civakî de hatiye organîzekirin û destnîşan kir ku divê her heqaret an binpêkirinek li dijî jinan mîna gefek cidî were hesibandin. Ghaida al-Zuba, diyar kir di rûniştinên berê de tundiya devkî, fîzîkî, civakî û aborî hatiye nîqaşkirin û jin pir caran vê tundiyê nas nakin û ji ber daneheva çandî, teslîmî serdestiya mêran dibin.

Ghaida al-Zuba, tundiya dîjîtal mîna yek ji gefên herî cidî yên li ser jin û zarokên keç bi nav kir û destnîşan kir şantaj bi rêya wêne û dosyayên ji hesabên medyaya civakî tên weşandin, tê kirin. Ghaida al-Zuba, destnîşan kir divê bernameyên hişyariya ewlehiya sîber werin destpêkirin, hesab bi pergalên ewlehiyê yên pirqatî bên parastin û zarok ji şantajên dîjîtal bên parastin. Ghaida al-Zuba , da zanîn, hişyariya domdar rêya parastina jin û civakê ye û bihêzkirina jinan ji bo avakirina civakek hevseng û li hemberî qeyranan berxwedêr, xwedî girîngiyek mezin e.