Li Suweydayê têkildarî mafê jinan civînek hat lidarxistin

Xwepêşanderên jin li Swêdayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, duyemîn rûniştina diyalogê ji bo balkişandina mafên jinan di civakê de lidar xistin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda - Jinên tevgera gel a li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê dest bi rêze çalakiyan kirin. Roja Yekşemê 17’ê Mijdarê, xwepêşanderan duyemîn rûniştina diyalogê bi beşdariya gelek jin û parêzvanên mafên mirovan lidar xistin.

Beşdarên duyemîn rûniştina diyalogê ya bi beşdariya jinên Suweydayê û hejmarek ji parêzvanên mafên mirovan hat lidar xistin, tekez kirin ku divê hemû jin bi mafên xwe bi taybetî di warê qanûnî de bên agahdarkirin û bi vê ew ê mafên xwe yên mîrasê bistînin.

Di rûniştina ku li ser aliyê hiqûqî yê mafên jinan û mîrata civakî hate nîqaşkirin de parêzer Nîdal Xezalî bal kişand ser bê hiqûqiya ku derbarê mafê mîrasê de li dijî jinan tê kirin.

Di rûniştinê de beşdaran diyar kirin ku divê reftara jin û mêr bê guhertin, kevneşopiyên di civakê de bên guhertin û wekhevî di navbera jin û mêr de pêk were.

Yek ji beşdaran pêşniyara lidarxistina civînên hişyariyê ji bo jinan ji perspektîfa qanûnî kir da ku bizanibin ka di derbarê mafên jinan de çi berfireh e.

Rûniştin bi israrkirina beşdaran li ser pêwîstiya bilindkirina hişmendiya hemû jinan bi belavkirina çanda pêşîlêgirtina tundiyê bi dawî bû. Beşdaran tekez kirin ku Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, derfetek gelek girînge û derfetek e ji bo perwerdekirina jinan û dabînkirina bi mafên xwe.