Li Suweydayê jinek û keça xwe hatin kuştin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê, sûcên li dijî mirovan, her diçe zêde dibin. Mêrek li bajarokê Melîh ê girêdayî Suweydayê hevjîn û keça birayê xwe yê ku miribû bi guleyan kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li bejahiya rojhilate Suweydayê li bajarokê Melîh du jin di mala xwe de hatin kuştin. Mêrek gule bera hevjîna birayê xwe yê ku miriye da. Di bûyera ku 13’ê Kanûnê roja Şemiyê qewimî de; Wela el-Basit a 30 salî û keça wê ya 9 salî hatin kuştin, kurê wê birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Kiryar piştî bûyerê reviya û şopa xwe winda kir.

Bûyera ku hê zelal nebûye, di nava şêniyên bajarok de bû sedema xemgînî û şokê.