Li Suweydayê binpêkirinên rojane yên agirbestê gefê li ewlehiya sivîlan dixwe

Tevî Zagonên Navneteweyî yên derbarê parastina sivîlan a di dema şeran de, li Suweydayê her roj agirbesta ku hatî îlankirin tê binpêkirin. Ev binpêkirin jî, gefê li jiyana sivîlan dixwe.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda –
Li bajarê Suweydaya Başûrê Sûriyeyê, domandina êrîşên cîhadîst ên Heyet Tahrir el-Şam, rê li ber windahiyên sivîl û zirarên madî vekir. Tevî dayîna sozên parastin û ewlehiya ji aliyê welat û aliyên garantor ve jî, ev rewş tê jiyîn.
Sivîlên li Suweydayê, hê ji ewlehiyê bê par in. Ev rewş fikarên cidî yên bi cihneanîna berpirsyariya ehlaqî û hiqûqî bi xwe re tîne. Bi taybetî jî di mijara parastina mafên sivîlan, jiyan, ewlehî û aramiyê de ya rêgezên hiqûqa mirovî ya Navnetweyî di kijan astê de ye, nîşanên pirsê bi xwe re tîne.
Binpêkirinên giran bê ceza dimînin
Ji beşa laîk a bajarê Suweydayê Serîn Kanj dibêje: “Ji destpêka meha Tîrmehê ve agirbest her roj tê binpêkirin. Windahiyên sivîl, ziyanên madî û êrîşên ku rasterast bajar û avahiyan dike hedef, tê jiyîn. Di mijara pêşeroja agirbestê û rola welatên garantor de bêyî zelaliyek çêbibe, em her tim di nava rageşiyekê de dijîn. Ev binpêkirin, perçeyek ji binpêkirinên berfireh ên hilweşandina malan, bi zorê koçkirina sivîlan di nav de ye û bajar dike hedefe. Ev jî rewşa mirovî zêdetir xirab kiriye. Domandina vê rewşê, bi taybetî zarok di nav de, ji bo ewlehiya sivîlan gefa rasterast ava dike û îhtimala aramiya demdirêj ji holê radike.”
Serîn Kanj fikara xwe ya derberê qebûlkirina hinek aktorên herêmê û navnetewî ku bi binpêkirinên giran bi encam bûne anî ziman. Serîn Kanj da zanîn ku ev jî bi rêgezên mafên bingehîn ên mirovan re bi nakok e û bêcezatiyê bi xwe re tîne.

‘Zarok ditirsin ciwan baweriya xwe winda dikin’
Amal Murşîd, da zanîn ku tevî agirbesta hatî îlankirin û baweriyên derbarê parastina sivîlan de hatin eşkerekirin, hema bêje bi temamî gel di qadek ne ewle de dijîn û wiha pê de çû: “Ji me re soza agirbest û ewlehiyê hate dayîn, lê belê rastî bi temamî cûda ye. Êrîş her roj didome, mirin hene û ji bo em pêwîstiyên xwe yên bingehîn pêk bînin, dema em tevger dikin jî em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ji ber tirsê, gel neçar mane tevgerên xwe yên rojane kêm bikin. Hewldanên hinek malbatan ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe herin herêmên nêzî xetên agirbestê û rasterast tên hedefgirtin, ev jî rê li ber pêla koçberiyê vedike. Ev, binpêkirina eşkere ye.”
Amal Murşid diyar kir ku ev kriyar jî bandorên cidî yên psîkolojîk li zarokan dike û wiha domand: “Her tim bi dengên bombebaran û dîmenên tundiyê, gelek zarok tirsê dijîn, di ciwanan de bêbawerî ava dibe û ev jî fikaran zêde dike. Di astek mezin de hêza gel xwe dispêre ‘hewldanên ciwanan ên xwecihî yê xwedî derfetên sînordar’ ev hewldan, tevî windahiyên canî û şertên giran ên jiyanê di parastina sivîlan de barek giran hilgirtine.”
 

Binpêkirinên ku dubare dibin
Ji gundê Dur  ku cîhadîstên HTŞ’ê di bin navê ‘ewlehiya giştî’ de yekem gundên destpêkê ketinê ye, Teyma eş-Şaranî ye. Teyma, da zanîn ku ji destpêka krîzê heta niha gelên herêmê êşên mezin jiyana kirine û wiha got: “Agirbesta ku hatiye îlankirin, her roj tê binpêkirin. Ev binpêkirin di nava sivîlan de tirs belav kiriye û ew neçar kirine ji malên xwe derkevin û biçin herêmên bi ewle. Gel nêzî 7 mehan koçî herêmên ji xalên temasê dûr kiribû. Piştre vegeriya herêmên nêzî xeta agirbestê. Lê belê binpêkirina agirbestê ya dûbare, hema bêje her roj dibe sedema mirinê, ew neçarî koçberiya bi zorê kirine.”
Teyma eş-Şaranî anî ziman ku domandina van binpêkirinan, ji ber nebûna hesabdayîna rast e û agirbestek rast û nebûna sîwana ewlehiya siyasî ye. Teyma destnîşan kir ku domandina vê rewşê rê li ber mirinan zêdetir vedike û wiha got: “Ji bo sekinandina binpêkirinan, pêwîstî bi pêkanîna garantiyên navnetewî û xwecihî yên bi bandor û rast heye.”
‘Tenê sozên hatine dayîn têr nakin’
Teyma eş-Şaranî di heman demê de ji bo pêkanîna agirbestê û pêşîlêgirtina binpêkirina di asta navnetewî û xwecihî de, banga zextkirina di qada hiqûqî û medyayê de kir. Teyma destnîşan kir ku ji bo pêkanîna ewlehiya gelê Suweydayê tenê sozên hatiye dayîn têr nakin û wiha bidawî kir: “Ewlehî bepirsyariyek kolektîf e, hesabdayîn jî tekane rêya gihîştina aştî û aramiyê ye. Em bi Muhafizên Neteweyî re ne. Jinên Suweydayê, mil bi milê mêran ji bo parastina rûmet û xaka xwe amade ne û biryardariya gel wê bighê serkeftinê.”