Li Suweydayê bi dehan gund ji xizmetên bingehîn bêpar e
Bi dehan malbatên bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê, li gundan bêyî elektrîkê jiyana xwe didomînin. Ev rewş, bandorê li ser xebitandina firin û nexweşxaneyan dike û bi hewaya sar re zehmetiyên gel zêdetir dibe.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li bajarokê Şehba ya Suweydayê, ji 22’ê Kanûnê û vir ve qutbûneke tevahî ya elektrîkê tê jiyîn. Ev yek, rasterast bandor li jiyana gel kir û jiyana rojane felç kir.
Qeyran tenê li Şehbayê re sînordar nîne; ji ber zirar dîtîna xeta elektrîkê ya li nêzî gundê Vulgayê ya di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de, belavî li 17 gundan bû. Ev yek, bi komên ku bi berdewamî agirbesta li Suweydayê binpê dikin re girêdayî ye.
Ev qutbûnê, ragihandin, firin û pompayên avê rawestand. Nexweşxaneya Şehbayê ji xizmetê derket û ev yek jî jiyana nexweşan dixe nava xeteriye û ji ber nebûna xizmetên bingehîn pirsgirêkên gel zêdetir dibe.
‘Hejmara gundên bê xizmet mane pir zêde ye’
Kenda El-Muheytawî ya ji Şehbayê, têkildarî qutbûna elektrîkê, wiha dibêje, "Çend roj in elektrîk nîne û ne tenê li bajêr di gundan de jî nîne. Hejmara gundên bêxizmet mane pir zêde ye. Sedema pirsgirêka binpêkirina agirbestê ya li deverên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam de ne û astengkirina ekîbên tamîrê ya ji ber astengiyên siyasî ye.”
‘Ne ragihandin heye, ne jî internet’
Kenda El-Muheytawî, da zanîn tevahiya gel bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ye û axaftina xwe wiha domand: “Ne ragihandin heye, ne jî internet. Di vê hewaya sar de germkirin tune nîne û enerjiya rojê jî ji ber hewayê pirsgirêkê çareser nake. Nexweşxane derveyî xizmetê ye û bi saya bexşên sotemeniyê yên ji gel tenê çend saetan dikare bixebite. Her wiha firinên me jî heman pirsgirêkan dijîn û ava vexwarinê ji ber nebûna elektrîkê hatiye qût kirin.”
‘Ev yek di nava gel de tirsek mezin diafirîne’
Kenda El-Muheytawî, diyar kir ku gel beşa ku herî zêde bandor dibe ye û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Tenê ne elektrîk, di heman demê de di xurek, mûçe û xizmetan de jî dorpeç heye. Pirsgirêka ku em niha pê re rû bi rû dimînin xirabtir e; dorpeç bi awayên din didome. Qutbûna ragihandin û înternetê, dibe sedem ku mirov ji hev bêagahî bimîne û pirsgirêk an jî êrişên li herêmê bêyî agahiya raya giştî pêkwere. Em der barê hinek herêman de bêagahî ne û ew jî nikarin ji me agahî bgirin. Ev yek di nava gelde tirsek mezin diafirîne û kes nizane dê ev qeyran kengî bidawî bibe.”
‘Qeyran gefekî rasterast a li dijî jiyana mirovan e’
Rabia El-Matnî ya ji gundê Cenînê jî wiha got: “Cenîn, mîna bi dehan gundên din ên li herêma gundewar a Suweydayê ku qutbûna elektrîkê tê jiyîn e, dema ku xizmetên bingehîn rawestiyan bi tevahî ket nava îzalosyonek. Peywendî qut bû, pompayên avê rawestiyane, nexweşxane û navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin. Qeyran êdî ne tenê qutbûna elektrîkê ye, gefee rasterast li ser jiyana mirovan û pêdiviyên bingehîn e.”
‘Rewşa me pir xirab e; em bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin’
Huda Ekrem Amer a ji gundê Xalidiye jî, wiha axivî: “Rewşa me pir xirab e; em bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin, em niha li navenda stargehbûnê ya li Şehbayê ne û elektrîk nîne. Zarokên me nikarin di tariyê de ji bo ezmûnên xwe bixebitin û tu başbûnek nîne. Germkirin jî nayê peyda kirin û elektrîk bi tevahî nîne.”
Huda Ekrem Amer, diyar dike ku gel ji rewşa siyasî zirar dibîne û got: "Tu eleqeya me û zarokên me bi vê yekê re nîne. Me koçberiya bi darê zorê û zehmetî kişandin; em nikarin vê yekê biguherînin."
‘Nexweşxane û firin bi awayekî cidî ji vê qutbûnê bandor dibin’
Nabîla Adel a ji Şehbayê jî, wiha got: "Rewşa elektrîkê pir xirab e; ev hefteyeke elektrîk û av nîne. Peywendî û înternet jî qut bû. Nexweşxane û firin bi awayekî cidî ji vê qutbûnê bandor dibin.”