Li Suwedayê li dijî êrîş û destdirêjiyê banga parastinê hat kirin
Di rûniştineke yasayî ya li Suweydayê de, hate tekezkirin ku divê hişyariya yasayî bê zêdekirin û jin û zarok li dijî êrîş û destdirêjiya zayendî werin parastin.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Nivîsgeha Encumena Jinan a li bajarê Suweydaya Sûriyeyê, bi hevkariya Rêxistina Pêşxistina Sûriyeyê, bi armanca hişyarkirinê rûniştineke yasayî ya têkildarî êrîş û destdirêjiya li ser bingeha zayendî ya civakî li dar xist. Armanca rûniştinê; bilindkirina hişyariya yasayî û mafî, danasîna mekanîzmayên ji bo birêvebirina dozên wiha, destnîşankirina rêyên parastina kesên ku rastî van êrîşan hatine, bi taybetî jî jin, zarok, kesên astengdar û komên di xetereya êrîşa zayendî de ne, bû.
Di rûniştinê de gelek mijar hatin gotûbêjkirin; wekî pênaseya tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî, cudahiya di navbera êrîşa zayendî û destdirêjiyê de, mekanîzmayên alîkariyê yên ji bo kesên rastî van binpêkirinan hatine, pîvanên taybet ên ji bo birêvebirina dozên têkildarî zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet û prensîbên giştî yên ji bo birêvebirina dozên êrîş û destdirêjiya zayendî. Her wiha, çarçoveya yasayî û cezayên ku di yasaya Sûriyeyê de ji bo rewşên wiha hatine diyarkirin, hatin nirxandin.
‘Êdî zewac tawanbaran nake yan jî cezayê betal nake’
Parêzer Nadiya El-Halabî di çalakiyê de axivî û rûniştin wekî "gelekî bi nirx" pênase kir. Wê da zanîn ku aliyên cihêreng ên mijarê hatine nirxandin û tevî sînorên demê jî rûniştin bi awayekî berfireh hatiye lidarxistin.
Nadiya El-Halabî destnîşan kir ku yasayên medenî, malbatî û cezayî yên li Sûriyeyê hêj derbasdar in û bal kişand ser girîngiya gihîştina dadweriyê û cîbicîkirina yasayan. Naiya El-Halabî behsa guhertinên di rêziknameyên yasayî yên têkildarî dozên destdirêjiyê de kir û diyar kir ku ew pratîka berê ya ku digot "eger kiryar bi jinê re bizewice cezayê heyî tê rakirin", hatiye betalkirin û êdî zewac tawanbaran nafiroşe an jî cezayê betal nake.
‘Pêwîst e kesên rastî êrîş û destdirêjiyê tên piştgiriya derûnî bigirin’
Nadiya El-Halabî da zanîn ku bi taybetî ji ber bûyerên li Suweydayê tên jiyîn, êrîş û destdirêjiya zayendî dibin sedema encamên giran ên derûnî. Wê diyar kir ku divê jin û zarokên rastî van bûyeran tên, beriya pêvajoya yasayî piştgiriya derûnî bigirin û dema ku xwe amade hîs kirin, dest bi pêvajoyên yasayî bikin.
‘Divê zarok, kesên xwedî astengî û kesên ku nikarin xwe îfade bikin bi awayekî taybet werin parastin’
Nadiya El-Halabî diyar kir ku êrîş û destdirêjiya zayendî bi şêwaz û li hawîrdorên cûrbecûr ên wekî nava malbatê, dibistan û cihên kar tê kirin û tekez kir ku divê zarok, kesên xwedî astengî û kesên ku nikarin xwe îfade bikin, bi awayekî taybet werin parastin. Al-Halabî da zanîn ku pirsgirêka bingehîn ne nebûna yasayan e, belkî cîbicîkirin û gihîştina wan a bi dadweriyê ye.
‘Hinek bûyerên êrîşê nagihîjin qonaxa yasayî’
Mîrna Hamza jî da zanîn ku destdirêjiya zayendî dikare bi bikaranîna xirab a hêz û bandorê re têkildar be û ev yek metirsiya êrîşên zayendî di demên şer û qeyranan de zêde dike. Mîrna Hamza destnîşan kir ku ji ber tirsê hinek doz nagihîjin qonaxa yasayî û tekez kir ku cezakirina kiryaran ji bo parastina kesên rastî êrîşê hatine û ji bo pêşîgirtina li dubarebûna van binpêkirinan, gelekî girîng e.
Her wiha Tulîn Şahîn jî diyar kir ku ew ji vê rûniştinê sûd wergirtiye û da zanîn ku beşdaran li ser têgehên destdirêjî û êrîşa zayendî hem ji aliyê giştî û hem jî ji aliyê yasayî ve têgihiştineke mezin bi dest xistine. Tulîn Şahîn anî ziman ku ew der barê çawaniya tevgerkirin û têkoşîna li dijî van binpêkirinan de agahiyên girîng fêr bûne.
Tulîn Şahîn spasiya organîzatoran kir û got: “Ev rûniştin bû sedem ku ez mijarê hêj baştir fêm bikim.”