Li Sûriyeyê komkujî û koçberî: Hezar û 476 malbat çûn Lubnanê
Li Sûriyeyê ku HTŞ’ê ya cîhadîst li dijî pêkhateya Elewiyan komkujiyan dike, li milekî din koçberiya ji Sûriyeyê didome. Hat ragihandin ku hezar û 476 malbat çûne bajarokên Ekar ên li bakurê Lubnanê.

Navenda Nûçeyan – Komên çeteye yên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst li peravên Sûriyeyê piraniya wan jin û zarok li dijî pêkhateya Elewiyan komkujî dike. Li gel komkujiyên ku li gor agahiyan tê gotin zêdetirî hezar kes hatine qetilkirin koçberiya ji Sûriyeyê jî didome.
Berpirsekî Lubnanî diyar kir ku di encama bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê hezar û 476 malbat gihîştin bajarokên Ekar ên bakurê Lubnanê.
Parêzgarê Ekar, Îmad El Lebekî di daxuyaniya xwe ya îro de ya ji Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê ya fermî re got: "Aloziya dawîn a li Sûriyeyê hişt ku hejmareke zêde ya malbatan berê xwe bidin deşta Ekar û beşek din jî berê xwe da herêma Dirêb. Ew welatî piranî Elewî ne û beşek ji wan jî Lubnanî ne. Malbat bi rêya deriyên nerewa re derbasî Lubnanê bûn û li gundên elewî li mizgeft û malan bi cih bûn."
El Lebekî diyar kir ku hejmara malbatên heya duh gihîştine Lubnanê hezar û 476 e; ji wan 40 malbat Lubnanî ne û yên din Sûriyeyî ne.