Li Sûriyeyê kiryarên li dijî Elewiyan bê ceza dimînin
Xelkê ku di bin rêveberiya demkî ya cîhadîstên HTŞ'ê de dinalin, ji ber binpêkirinên li dijî Elewiyan, di nav fikaran de ne.

Navenda Nûçeyan – Sûriyeyê vê dawiyê şahidiya zêdebûneke metirsîdar a binpêkirinên li dijî pêkhateya Elewî kir. Bi taybetî jî piştî guhertinên siyasî yên bi hilweşîna rêjîma Baasê re û êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên ku li ser Elewiyan li perava Sûriyeyê bi hinceta "Bermahiyên berê yên Rêjîmê" ne, tên kirin.
‘Gotin ku pereyên te hene derxe’
Di tomarkirineke deng de, jineke ciwan a Elewî kêliyên ku endamên cîhadîst ên HTŞ’ê êrîşî xaniyê malbata wê kirin, belge kir. Yek ji leşkeran, ji wê pirsên derbarê dilsoziya wê ya mezhebî de bû. Leşkeran got: “Tu Elewî yî? Birayên te hene? Çekek te heye?” Endamekî din jî qêriya û got: "Tu Elewî yî. Elewî beraz in. Pereyên te hene, derxe."
Neçar man terka gundê xwe bidin
Li gorî çavkaniyên herêmî yên girêdayî ajansa me, hejmarek ji bûyerên revandin, îşkencekirina heta mirinê û kuştinên meydanî, bi tu awayî nehatine pirsyarîkirin û berpirsyariyeke yasayî tuneye. Di 2'yê Hezîranê de, jineke Elewî ya 23 salî bi navê Nexem Şadî Ayşe piştî ku ji mala xwe ya li gundê El-Bayadiye yê parêzgeha Hemayê derket, winda bû. Bavê wê diyar kir ku malbat ji ber tundiya mezhebî ya dubare neçar maye ku terka gund bide û aqûbeta keça wî heta îro jî nayê zanîn.
Ji bo giliyek çûn qereqolê hatin kuştin
Lîza Mihemed Îbrahîm a 19 salî ji gundê Ras el-Ayn a li gundewarê Cebleyê hatiye revandin. Dayîka wê bang li xelkê herêmê kir ku aqûbeta keça wê ya revandî, eşkere bikin. Li Humsê, Lama Elî El-Serem û hevjînê wê Nebîl Xedûr piştî ku çûn qereqola polîsan da ku giliyek li ser diziya li mala xwe bikin, hatin kuştin. Ew di 2'ê Tîrmehê de hatin girtin û cenazeyên wan paşê di nav kampa leşkerî ya El-Hesen Ibn El-Heysem de hatin dîtin.