Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer 8 zarok mirin

Li Sûriyeyê di du rojên dawî de ji ber mayîn û teqemeniyên neteqiyayî 8 jê zarok 9 kes mirin, çend kes jî birîndar bûn. Teqemeniyên ku li deverên niştecihbûnê mane, hê ji bo sivîlan dibin gefên mirinê.

Navenda Nûçeyan- Li Sûriyeyê mayîn û teqemeniyên neteqiyayî yên ji ber şerê domdar mane, hê jî ji bo sivîlan dibin gefên mirinê. Bi taybetî jî li deverên di bin kontrola rejîma Şamê de, ev teqemenî veguherîn perçeyekî ji jiyana rojane. Têrnekirina hewldanên paqijkirinê û nebûna tedbîrên ewlehiyê, balê dikşîne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava du rojên dawî de ji ber mayîn û teqemeniyên neteqiyayî 8 jê zarok 9 kes mirine. Li deverên di bin kontrola rejîma Şamê de 4 jê zarok 5 kes mirin û 4 zarok jî birîndar bûn.

Teqîn zarokan hedef digrin

Li gorî rapora 8’ê Sibatê ya SOHR’ê, di encama teqîna bermahiya şer a li bajarê Haresta ya li gundewarê Şamê de, 2 zarok mirin û rewşa zarokek jî giran e.

Di heman rojê de, li gundê Maardabsa ya li gundewarê başûrê Îdlibê di encama teqîna amûrekî teqemeniyê ya ji aliyê zarokan ve hate dîtin de, 2 zarok mirin û 2 zarok jî birîndar bûn.

Birîndar tavilê sewqî navendên tenduristiyê yên nêzîk hatin kirin. Lê belê, hebûna teqemeniyan li deverên niştecihbûnê, berteka kesên ku li herêmê dijîn, zêde dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku bûyerên bi vî rengî yên ji ber bermahiyên şer çêbûne li Deraa, Suweyda, Şam û Laziqiyê jî tên jiyîn.