Li Sûriyeyê ji 33 jin û zarokên keç ên Elewî agahî nayê girtin
Li Sûriyeyê piştî êrîşên li dijî Elewiyan, bi dehan malbatên li Tartûs, Laziqiye û Hamayê dijîn, ji ber fikara ewlehiyê, ditirsin zarokên xwe yên keç bişînin dibîstanê. Ji 33 jin û zarokên keç ên Elewî agahî nayê girtin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku li Sûriyeyê Heyet Tehrîr el- Şam (HTŞ) rêveberî xist destê xwe, valahiya ewlehiyê ya heyî, bi taybetî bûyerên revandina jin û zarokên keç zêde bûne. Li gorî lêkolîna Reutersê, îsal, li herêmên Lazqiye, Tartûs û Hamayê ku nifusa Elewiyan lê zêde ye herî kêm 33 jin û zarokên keç hatine revandin an jî winda bûne.
Jiyana Ebîr Silêman di xeterê de ye
Yek ji kesên ku hatine revandin Ebîr Silêman a 29 salî ye, di 21’ê Gulanê de li bajarê Safêta yê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê hat revandin. Piştî çend saetan malbata Ebîrê qeydeke deng a bi riya Whatsappê girt. Kesê ku qeyda deng şand got: “Li benda wê nemînin…venagere.” Piştre gef li malbata wê xwar ku ger fîdyeya 15 hezar dolarî nede dê keça wê bê kuştin an firotin.
Pere razandin hesabekî ji Îzmîre
Malbatê pere deyn kir û şand hesabê li Îzmîrê. Lê piştî girtina pere yên ku revandine hemû agahî qut kir. Di axaftina dawî ya telefonê bi Ebîr re, got ku ne li Sûriyeyê ye û ‘lehçeyên derdorê ecêb in’ şika ku wê birine Iraqê zêde bû.
Ji kesên winda 18 ji wan zarok in
33 bûyerên ku Reutersê belge kirine, derket holê ku têkildarî 16 hevdîtinên bi hurgulî, 7 jê bi eşkere hatine revandin û ji malbatan hezar û 500 û 100 hezar dolar fîdye daxwaz kirine. Sê ji kesên hatine revandin, ji malbatan re hatiye gotin ku derketine derveyî welat. Aqûbeta 9 kesên din jî nediyar e. 8 ji windayan di bin temenê 18 salî de ne.
Walîtî qebûl nake ku Elewî hatine hedefgirtin
Malbat gilî dikin ku hêzên girdayî HTŞ’a cîhadîst, bûyer cidî negirtine û bi awayekî berfireh lêpirsîn nehatiye kirin. Berpirsê Medyayê ya Walîtiya Tartûsê Ahmed Mihemed Hayr hedefgirtina Elewiyan red kir û îdia kir ku winda ‘ji ber lihevnekirina malbatan’ an jî ‘ji ber sedemên şexsî’ pêk hatiye. Lê belê belgeya ku van îdiayan piştrast dike nehat pêşkêşkirin.
Komîteyê der barê jinên winda de daxuyanî nedan
Serokê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Colanî, ji bo lêpirsîna tundiya li dijî Elewiyan di meha Adarê de komîte ava kiribû. Lê belê endamên Komîteyê, ji dayîna daxuyaniya têkildarî jinên winda reviyan.
Dema diçû dibistanê hat revandin
Piranî kesên hatine revandin, di dema karên ku di nava rojê de tê kirin de û di otobusên gel de çêbûne. Mînak keçeke ciwan a 17 salî, di 27’ê Sibatê de li Laziqiyê dema diçû dibistanê hat revandin. Ên ku revandien di peyama şandine de li malbatê re gefa ‘Wêneyê wê parve nekin, an em ê xwîna wê bişînin’ li malbatê xwarin.
Travmayê dijîn
Bi heman awayî Kazima Nayîf a 35 salî, li Hamayê ji aliyê komek ve hatiye revandin û 15 rojan girtî maye. Piştî ku malbata wê hezar û 500 dolar fîdye da hat berdan lê belê dema Kazima vegeriya malê travmayên giran jiya.
Malbat bi fikar in
Aktivîstên mafên mirovan, diyar kirin ku piraniya revandina kesan di meha Adarê de piştî êrîşên li dijî Elewiyan zêde bûne û gotin: “Li vê derê pirsgirêkek cidî heye. Jinên Elewî tên revandin.” Her wiha destnîşan kirin ku li Tartûs, Laziqiye û Hamayê gelek malbat, ditirsin ku zarokên xwe yên keç bişînin dibistanan.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de komên endamên muxalif jinan jî bi heman awayî dikin hedef. Lê belê ev bûyerên ku di van demên dawî de qewimîne, bi taybetî tundiyek bi organîze ku li dijî civaka Elewî û fikarên di warê meşandina kampanayaya gefa bi sîstematîk bi awayekî cidî zêde dike.