‘Li Sûriyeyê di rojekê de 12 kes hatin kuştin’

Li Sûriyeyê di rojekê de ji ber êriş, tevlihevî, îşkence û belavbûna çekan 12 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 12 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de diyar kir ku li taxa Ferdos a Helebê 2 fermandarên berê yên komeke çekdar a girêdayî Îranê di êrişa çekdarên nenas de hatin kuştin, li nêzî çerxerêya El Esîl a bajarê Humisê jî komeke çekdar jinek û hevserê wê yên ji pêkhateya Elewî qetil kirin.

Hate diyarkirin ku li gundê Xendûra yê gundewarê  Cerablusê yê rojhilatê Helebê mêrek bi kêran ji aliyê hevsera xwe hat kuştin. Sedema vê bûyerê hîna nehatiye zanîn.

Li gorî SOHR’ê li bajarokê Baxozê yê gundewarê Dêrazorê 2 ciwan di êrişeke çekdarî ku tê texmînkirina a çeteyên DAIŞ’ê be de hatin kuştin. Li bajarê El Qisêr ê gundewarê Humsê jî şêniyek dema çeka xwe paqij dikir, bi qezeyê jiyana xwe ji dest da.

Heman navendê da zanîn ku li gundê Acûziyê yê gundewarê Meskene yê rojhilatê Helebê jî kesek ji ber nakokiyên li ser avê ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin, li taxa Aliyat a gundê Seilo yê rojhilatê Dêrazorê jî endamekî berê yê "Feyleqa 5" a berê ji aliyê Rûsyayê ve dihat destekkirin, di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

Li Humisê jî du kes ku berî 2 meha hatibûn girtin, di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.