‘Li Sûriyeyê di êrişan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan’
SOHR diyarkir ku li herêmên cûda yên Sûriyeyê di nava 24 saetan de de herî kêm 12 kesan ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de herî kêm 12 kesan ji ber tevlihevî û êrîşan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî SOHR’ê, li taxa Heyderiyê yê bajarê Helebê 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, yek ji wan dema ku hêzên ewlehiya desthilata Şamê xwestin wî bigirin, xwe teqand. Li devera Eşrefiya Sehnaya ya gundewarê Şamê di şerê li dijî desthilata Şamê de kesekî Durzî jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Hemayê jî zarokek ji ber teqandina bêserûber a çekan jiyana xwe ji dest da.
SOHR’ê da zanîn ku li bajarokê Dûma yê gundewarê Şamê ji ber teqîna bombeyekê ya bermahiyên şer di malê de jinek û ciwanekê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ragihand ku li bajarê Sifêra yê gundewarê rojhilatê Helebê jî kesek di êrîşa çekdarên nenas ên li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a de jiyana xwe ji dest da.
SOHR’ê destnîşan kir ku li bajarê Misyafê yê Hemayê komeke çekdarên nenas kesek gulebaran kir û ew qetil kir. Li taxa Cibêlê ya bajarê Dêrazorê jî kesek di êrîşa çekdarên nenas de jiyana xwe ji dest da.