Li Sûdanê tundiya li ser gel bi dimênên peykê hate raporkirin
Dimênên peykê û raporên rêxistinên alîkariya mirovî, berdewamiya êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ya li dijî eyaleta Darfûr radixe berçavan. Bi hezaran sivîl, ji ber nebûna stargeh, xurek û ewlehiyê jiyana xwe davêjin xeteriyê.
					Navenda Nûçeyan – Dimênên peykê, komkujiyên li El-Faşêrê ya paytexta eyaleta Darfûra Bakur raxist berçavan û eşkere kir ku tundiya li dijî sivîlan bi awayekî metirsî zêde dibe.
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, ragihand ku ji bo rewşa bi hezarên sivîlên li El-Faşêrê di bin dorpêçê de mane bi fikar e. Ragihand ku li bajêra di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, sivîl nikarin bigihîjin herêmên ewle û rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Rêxistinê, destnîşan kir ku nêzî 5 hezar kes tenê reviyane bajarokê Tola ya 70 kîlometre li rojava ye, lêbelê ev yek asta karesata tê jiyîn, nîşan nade.
Zêdetirî 2 hezar kes rastî komkujiyê hatin
Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku di êrîşên RSF'ê yên li ser El-Faşêrê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 2 hezar kes rastî komkujiyên hatine. Hate ragihandin ku kesên rizgarbûnê li gorî zayend û kokên xwe tên etnîkê hatine cudakirin û hinek ji wan li hemberê fîdyeyê tên ragirtin. Lêkolînerên Zanîngeha Yale jî, ragihandin ku dimênên peykê komkujiyên komî yên li herêmê piştrast dikin.
642 kes gihişt Dubayê
Tora Doktorên Sûdanê jî, ragihand ku ji El-Faşêrê 642 kes di bin şert û mercên dijwar de xwe gihandine herêma Duba ya li Parêzgeha Bakur. Lêbelê, hate diyar kirin ku kesên ji cih û warên xwe bûne, ji stargeh, xurek, ava vexwarinê û xizmetên tenduristiyê nepar in û bi taybetî jî zarok, jin û extiyar di bin xeteriyek mezin de ne.
Koçberî didome
Di daxuyaniyan de ji hikûmetên herêmî û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî re banga lezgîn a mîsogerkirina piştgiriya tibî, xurek û stargehê hate kirin. Rêxistinan, diyar kirin ku wê mudaxeleyek lezgin jiyana bi hezaran kesan rizgar bike û tê payîn ku bi tundbûna pevçûnên li Darfûrê re wê koçberî jî hêj bêhtir zêdetir dibe.