Li Sûdanê tundî zêde dibe: Bi hezaran kes neçar man koç bikin

Şerê di navbera artêşa Sûdan û Hezên Piştgiriya Lezgîn de li bajarên Kordofan û Darfur dijwar dibe û bi hezaran kes ji ber tundî û bê ewlehiyê malên xwe diterikînin.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgriya Lezgîn de ya di meha Nîsana 2023’an de li bajarê Kordofan yê Sûdanê destpêkirî, dijwartir bûye.

Rêxistina Koça Navnetewî (IOM), di daxuyaniya xwe ya di 19’ê Cotmehê de ragihand ku tîmên li qadê diyar kirin ku roja Pêncşema borî ji herêmên El-Mazroub a li rojavayê bajarê Bara yê li Bakurê Kordofan 230 kes ji hermê derketin. Rêxistinê diyar kir ku li herêmê rewşa ewlehiyê her ku diçe xirabtir dibe. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku li herêma Abu Qamra ya bakurê Darfur roja Pênşema borî nêzî 500 kes ji ber tundî û bêewlehiyê neçar mane koç bikin.  

Hejmara kesên ji ber birçîbûnê dimirin zêde dibe

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li bajarê El Fasher yê bakurê Darfur, ji dawiya Tebaxê heta niha herî kêm 172 zarokên Sûdanî û 58 pîr ji ber birçîbûna giran û xelaya xurekê jiyana xwe ji dest dane. Ev trajedî bi dorpêçkirin û astengkirina alîkariyên mirovî ya ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve tê girêdan. 

Ji destpêkirina dorpêça El Fasher heta niha, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 675 û hejmara birîndaran jî bû hezar û 464’an. Rêxistinên mafên mirovan rewşa mirovî ya herêmê mîna ‘kareset’ bi nav dikin.