Li Sûdanê şerê hezar rojan: Aştiya rast bi jinan dibe

Di şerê Sûdanê ku hezar roje didome de, bedelê herî giran jinan da, aştiya rast jî bêyî hebûna wan di navenda pêvajoyê de, dê ne gengaz be. Ji ber jin tenê ne mexdurên şer in, di heman demê de avakerên aştiyê ne.

MARÎAM HAMED*

Şerê Sûdanê ku di 15’ê Nîsana 2023’an de destpê kir, ket roja xwe ya hezaran. Li pey xwe hilweşînek kûr hişt. Derbarê bidawîkirina pevçûnan an jî wehşeta li hemberî sivîlan û sekinandina binpêkirinan hê hêviyek şênber nayê dîtin. Hezar rojên derbas bûne, ji bo gelê Sûdanê komkujî, bi zorê jicihê xwebûn, bi hilweşîna rêgezên bingehîn û birçîbûnê re, di dîroka nûjen de bûye krîza mirovî ya herî giran. Ji ber nebûna îradeya siyasî ya bi hêz ku rijandina xwînê bi sekinîne û jiyana mirovan bike pêşîn, şer bûye rastiyek a rojane ku jiyana gel tûne dike.

Tevî vê wek Sûdaniyan berpirsyariya me, li dijî vî şerê hilweşîner seknek diyar raberkirin û divê destûr nedin roj di nava bêdengiyê de derbas bibin. Hedefên destpêkê, bidawîkirina dijminatiyan û piştre gihandina alîkariyên lezgîn ji bo sivîlên di nava şer de mane ye. Derketina Sûdanê ji vê êşa giran, bi nêzîkatiyek sînordar ku awayê polîtîkayên berê bigre dest û rê li ber şer vedike ne gengaz e, di heman demê de, siyaset xwe ji nû ve pênasekirî, hevrûbûna cidî û berfireh neçarî dike.

Hedef çi ne? Xizmetê ji kêre dike û li qadê çawa tê pêkanîn?

Ev pirs, ji bo fêmkirina ruyê rast ê şerê ku ev hezar roje didome hê li benda bersivan e. Bandora şerê Sûdanê yê hezar rojan li ser jinan, hilweşîn û asta giran derdixe holê. Şer bandor li hemû kesan kir, lê belê bedelê herî mezin jinan dan. Êşên ku hezar rojan kom bûne, bi zorê ji cihêxwebûn, bê ewlebûna xwarinê ya kûr bûye, ji holêrabûna xwegihandina xizmetên tenduristiyê û di qada xizmetên hilweşiyayî de barê malbatan yê debarê, kete ser milê jinan.

Jin li herêmên pevçûnan de, xelaya av û xwarinê, nebûna xizmetên teduristiyê û di şertên bê ewle de bi encamên şer re têkoşîn kirin. Li kampên koçberan ên li Misir, Çad, Uganda û Lîbya jîn û zarok rû bi rûyî heman zoriyan hatin, çîrokên bi êş ên derbaskirina sînoran dubare bûn. Hinek ji bo bijîn neçar man çolan derbas bikin, hinek jê jî dema hewl didan ji şer bi revin jiyana xwe ji dest dan.

Zarok jî hem di nava welat de û hem jî di kampên koçberan de, rû birûyî kêmxwarinê ne, asta felaketa mirovî ku şer kûr kiriye bi awayek balkêş radixe ber çavan. Pevçûnên didome, kendala êş û xizaniyê her roj hê zêdetir mezin dike, krîzên heye giran dike û di şertên herî zor de jiyankirin, parastin û berpirsyartiya lênêrînê di astek mezin de li ser milê jinan tê barkirin.

 Her nîqaşa ku derbarê pêşeroja Sûdanê de bê meşandin, di serî de jin, zarok û kesên xwedî pêwîstiyên taybte û bi taybet nexweşên kronîk, beşên ku bi awayê herî giran ji şer bandor dibin, di girtina navendê de nayên cidîgirtin. Aştiyek rast, êşên hatine jiyîn ji nedîtî ve neyên an jî heman gotinên ku welat berbi felaketê ve dibe û polîtîkaya ji nûve hilberandinê ava nake.

‘Jin di heman demê de avakerên aştiyê ne’

Pêdiviya me bi bîreke neteweyî ya ku ji paşerojê ders digre, êşê mezin nake, pêşî li dubarebûna êşê digre heye. Divê em bibin xwedî zimanekî ji çerxa bertek û çalakiyê derbas dibe, ji bihervebûn û hevpariya mirovî xwedî dibe. Divê em bi îsrar bibêjin ku şer neçarî nîn e, aştî tercîheke ku divê em biafirînin û biparêzin.

Aştiya ku tê hedefgirtin, divê aştiyek edlî, xweşbînî û domdar be. Aştiyek ku jin ne li kêleka aştiyê, li navendê bicih bike. Ji ber jin ne tenê mexdurên şerin, di heman demê de avakerên aştiyê ne, hilgirên bîra kolektîfin û yek ji kirdeyên herî bi hêz ku pêşerojek cûda ava bikin. 

Piştî hezar roj li ser trajediyê derbas bû, ji bo hemûyan ev pirs hê gelek eşkereye: ma emê dîsa êşê vebêjin, emê cesareta ku bi hevre bi xebitin, girîgî bidin hevdû û netewek kêrî gelê Sûdanê bê nîşan bidin? Sûdan aştiyê heq dike. Û jinên Sûdanê jiyanek bê şer, ewle û bi rûmet heq dikin. 

*Dîrektora Îcra ya Rêxistina Kayan