Li Sûdanê qeyranê koçberiyê kûrtir dibe
Hişyariyên navneteweyî, nîşan didin ku qeyrana koçberiyê ya li Sûdanê kûrtir dibe. Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY’ê, bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo alîkariya bi mîlyonan kesên ku ji pevçûnê bandor bûne tedbîrên lezgîn bigre.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê bi berdewamiya pevçûnên re, hejmara kesên ku ji ber rewşa ewlehî û mirovî ya xirab, ji cih û warên xwe dibin, zêde dibe. Bi hezaran malbatên ji xizmetên bingehîn û ewlehiyê bêpar in, neçar man malên xwe biterikînin û xwe li deverên ewletir stargeh bikin.
Dema ku pevçûnên li Sûdanê nêzî sala xwe ya 4’emîn dibe, hişyariyên navneteweyî yên têkildarî zêdebûna yek ji qeyranên herî mezin ên koçberiyê yên cîhanê zêde dibin. Kêmbûna cidî ya fînansmana alîkariya mirovî, dibe sedema fikaran. Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di 17’ê Sibatê de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo piştgiriya bi mîlyonan kesan fînansmana bilez mîsoger bike.
Komîseriyê, diyar kir ku rewşa mirovî ya li Sûdanê bi lez û bez xirab dibe û valahiya di fînansmanê de hewldanên alîkariyê dixe xeterê. Ofîsa Komîser, digel 123 hevkarên xwe re, armanc dike ku heta dawiya sala 2026’an alîkariyê bigihîne 5.9 mîlyon kesan li heft welatên cîran.
Hate diyar kirin ku ji ber pevçûnên domdar her hefte bi hezaran kes sînoran derbas dikin û Misir mazûvaniya hejmara herî mezin a penaberan dike. Her wiha hate diyar kirin ku kêmkirina fînansmanê bûye sedema girtina gelek navendên qeydkirinê û gihîştina xizmetên bingehîn a ji bo penaberan zehmetir kir.
Komîseriyê, da zanîn li rojhilatê Çadê zêdetirî 71 hezar malbatên penaber bê piştgiriya stargehbûnê ne û nêzî 234 hezar kes di şert û mercên dijwar de li herêmên sînor li benda bicîhbûnê ne. Hate diyar kirin ku li Kampa Penaberan a Kiryandongo jî, şert û merc ji ber girtina navendên tenduristiyê û rawestandina bernameyên xurekê xirabtir bûye û bi hezaran penaberên Sûdanî bi xetereya nexweşiyê re rû bi rû ne.
Rayedaran, diyar dikin ku valahiya di navbera hewcedariyên zêde û çavkaniyên kêmbûyî de him çareseriyên lezgin û him jî yên navîn qels dike. Nebûna aştiya mayînde û kêmbûna piştgiriya navneteweyî, penaberan ber bi biryarên xeternaktir ve dibe.
Komîseriyê, herî dawî ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo operasyonên mirovî li welatên cîran valahiya fînansekirinê bigre û piştgiriyê zêde bike û got: "Alîkariya mirovî bi tena serê xwe ne bes e; li Sûdanê aştiya mayînde, ji bo bidawîkirina yek ji qeyranên koçberiyê yên herî tevlihev ên cîhanê, çareseriya bingehîn e.”