Li Sûdanê perwerde û derfetên tenduristiyê nemane
Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku nêzî sê salan e didomin, welat ber bi felaketek mezin a mirovî ve dibin. Perwerde bi temamî sekiniye, pergala tenduristiyê hilweşiyaye, alîkariyên xurekê pir kêm kêm bûne.
Navenda Nûçeyan- Sûdan, ji ber pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ku nêzî sê salan e didomin de, krîza siyasî û mirovî her diçe kûrtir dibe. Pevçûnên ku didomin rê li ber hilweşîna mercên jiyanê vekirine, saziyên navneteweyî di mijara sûcên şer û birçîbûnê ku gefê li sivîlan dixwin de hişyarî dan.
Di daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona Giştî ya Koçber û kesên ji cihên xwe bûne ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku ji destpêka pevçûnên di 15’ê Nîsana 2023’an de heta niha xebatên perwerdeyê bi temamî sekinîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zarok perwerdeyê berdewam nakin hat diyarkirin ku ev yek di aliyê zarokên ku hatine qonaxa perwerdeya bingehîn de krîza perwerde û civakî ava dike, ev rewş jî di pêşerojê de wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke.
Xizmetên tenduristiyê nemane
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku rewşa tenduristiyê di asta felaketê de ye û wiha hat gotin: “Ji ber derziyên rojane yên zarokan nayên kirin, nexweşiyên weke kolera û sorikê belav bûne, binesaziya nexweşxane û navendên tenduristiyê bi temamî hilweşiyaye, dermanên bingehîn nayên dîtin. Ev şert bûye sedem ku hejmarek zêde zarok û jinên ducanî jiyana xwe ji dest bidin, di nava zarokan de kêmxwarinî tê dîtin û pêwistî bi xwedîkirina terpotîk heye. Navendên bicihbûnê tunene, gelek kesên ku jicihên bûne li konên ji ka û qamîşên ku rojane xetera şewatê li ser wan heye dijîn.”
Herî zêde jin û zarok ji krîza mirovî bi bandor dibin
Rewşa mirovî ya li Sûdanê bi gotina ‘bêrehmî’ hat binavkirin, hat diyarkirin ku pevçûnên heyî li herêmên Darfur, Kordofan û Nîlê Şîn gefek mezin çêkiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara Bernameya Xurekê ya cîhanê, ya kêmkirina rêjeya ji sedî 50 alîkariyan, pirsgirêkên heyî girantir kiriye û da zanîn ku hinek kamp zêdeyî 7 meh in tu alîkariya xwarinê negirtine, alîkariyên digihîjin jî sînordar û kêm in. Komên ku herî zêde ji krîza mirovî bi bandor bûne jin, zarok û extiyar in.
Dorpêç nayê qebûlkirin
Koordînatora Karên Mirovî yê NY’ê yê Sûdanê Denise Brown da zanîn ku karwanên alîkariyan gelek caran hatine hedefgirtin, şertên heyî di aliyê xebatên alîkariya mirovî de gelek bi xeter in.
Denise Brown da zanîn ku dorpêçkirina hinek herêmên Sûdanê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve nayê qebûlkirin û beriya vê daxuyaniyê, Tora Bijîşkên Sûdanê ragihandbû ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li bajarê Er-Rahad ê eyaleta Bakurê Kordofanê erebeyek ku kesên ji cihên bûne tê de bûn kiriye hedef. Di êrîşê de di nav de jin û zarok bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Karwanên alîkariyê bûn hedefa êrîşan
Rayedarê NY’ê îfade kir ku li Bakurê Kordofanê karwaneke alîkariyê yê girêdayî Bernameya Xureka cîhanê rastî êrîşê hatiye di vê êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye û gelek kes birîndar bûne. Hefteya borî li eyaleta Nîlê Şîn nêzî tesîsa Bernameya Xureka Cîhanê, di êrîşa balafirên bêmirov de erkdarekî bernameyê birîndar bû.
Rêxistina ‘Parêzerên Rewşên Lezgîn’ ku saziyeke serbixwe ye û binpêkirinên li Sûdanê belge dike, ragihand ku ji êrîşên dawî Hêzên Piştgiriya Lezgîn berpirs in. Tora Bijîşkên Sûdanê jî tiştên hatine jiyîn weke ‘binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirovî ya naveneteweyî’ bi nav kir û da zanîn ku ev hemû sûcên şer in.