Li Sûdanê mayîn teqiya: 3 jê zarok 9 kes mirin
Li bajarê Kerdevan ê Sûdanê bi erebeyekê de mayîn teqiya. Di encama teqînê de 3 jê zarok, 9 kes mirin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên bijîşkî û şahidan, bûyer duh li ser rêya eyaleta başûrê Kerdevanê qewimî. Mayîneke li antî-tank bi erebeyekê de teqiya. Di encama teqînê de 3 jê zarok, 9 kesan mirin.
Çavkaniyek li Nexweşxaneya Ebasiye, da zanîn ku dema qurbanî di rê re derbas dibûn, mayîn bi wan de teqiyaye. Şahidekî ji AFP’ê re diyar kir ku dengê teqîneke mezin hatiye û erebe bûye xwelî.
Ji Nîsana 2023’yan û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer rû dide. Di encamê de bi milyonan kes bê war man û krîzeke mezin a mirovî çêbûye. Di vî şerî de bi taybetî jin û zarok zirar dibînin. Binpêkirinên mafan ên ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve li hember jinan tên kirin, heta niha gelek caran bi raporên saziyên navnetewî hatine belgekirin.