Li Sûdanê krîz kûr dibe: Li Bakurê Darfurê 11 sivîl mirin
Ajansên NY, diyar kir ku, li Sûdanê rewşa mirovî bi lez xirab dibe, pêwîstî zêde bûne û koçkirin her ku diçe zêde dibe. Di êrîşa li dijî bazarê de 11 sivîl mirin û xeteriya li ser jiyana sivîlan her ku diçe zêde dibe.
Navenda Nûçeyan – Krîza mirovî ya li Sûdanê kûr dibe. Birçîbûn, kolera û tundî zêde dibe. Sûdan yek ji krîzên herî giran a mirovî dijî. Bi zêdebûna pevçûnan re, sivîl rastî binpêkirin, birçîbûn û nexweşî û koça bi zorê dibin. Saziyên NY, ragihand ku rewşa mirovî bi lez xirab dibe. Li gorî Komseriya Bilind a Koçberan a NY, dema sivîl hewl didin bi revîn rû birûyî xeteriyan dibin. Beşek jê li herêmên şer asê dimînin, hinek jê tên astengkirin û an jî rûbirûyî xeteriya şûndevegerandinê dibin.
Rêxistina Tenduristiya Dinyayê, ragihand ku li Sûdanê krîza birçîbûnê giran bûye û şewba kolera belav bûye zêdeyî 3 hezar û 500 can biriye. Li welat zêdeyî 21 milyon kes bê ewlebûna xwarinê dijîn. Birçîbûn li bajarên Faşer û Kadugî belav bûye û gefê li 20 herêmên Darfur û Kordofan dixwe.
Di heman demê de li bajarên ku pefçûn lê dijwarin, mayîn û muhîmatên ne teqîyane, ji bo sivîlan qadek a mirinê ava dikin û tevger kirin ji her demê zêdetir xeter e.
Êrîşa hewayî: 11 mirî û 18 birîndar
Di êrîşa balefirên bê mirov li dijî bazara madenên zêr a Tegro ya nêzî herêma Maliha ya bakurê Darfurê de 11 sivîl mirin, 18 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji ber li herêmên bijîşk nebûn, birin navendên ku xizmetên tenduritiyê didin. Tê pilan kirin ku birîndarên giran bişînin herêmên din.
Li gorî şahidan, li herêma madenê beriya bûyerê tu hebûnek leşkerî nîn bû. Lê belê di demên dawî de dema Hêzên Piştevaniya Lezgîn herêm xist destê xwe de memur dûr xistin û li ser madenê kontrola îdarî ava kir. Hate diyarkirin ku tevgera leşkerî bazar kiriye hedef.
Madena Tagro, ya li Bakurê Darfurê yek ji qadên derxistina zêr ya kevneşop û girînge û di aliyê aborî de xwedî girîngiyek mezine.
Rewşa giştî
Ji Nîsana 2023’an ve ji ber pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, bi hezaran sivîl mirin, bi milyonan kes ji cihên xwe bûn, rê li ber belavbûna krîza birçîbûnê û nexweşiyên şewbê vekir.