Li Sûdanê kareseta mirovî: Di mehekî de 20 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li gorî raporek nû ya UNICEF’ê, li Sûdanê karesateke mirovî ya roj bi roj xirabtir dibe tê jiyîn. Di meha Çile de herî kêm 20 zarok jiyana xwe ji dest dan û piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan ji herêmên Kordofan û Darfûrê ye.

Navenda Nûçeyan – Sûdan yek ji qeyranên mirovî yên herî xirab ên cîhanê re rû bi rû ye. Her ku pevçûn bidomîn, birçîbûn û bêewlehiya xurekê zêde dibe û ev rewş dibe sedema mirina deh hezaran û koçberbûna bi mîlyonan kesan. NY’ê, der barê karesateke mirovî ya bêhempa de hişyar kir.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku di meha Çile de li Sûdanê herî kêm 20 zarok jiyana xwe ji dest dane, piraniya mirinan li herêmên Kordofan û Darfûrê çêbûne. Raporê, destnîşan kir ku bi mîlyonan zarok hewcedarê alîkariya mirovî, parastin û xizmetên bingehîn in.

UNICEF’ê, ragihand ku li Faşer a li Darfûra Bakur û Kadugli ya li Kordofana Başûr birçîbûn hate piştrast kirin û diyar kir ku bi qasî 20 herêmên din di xetereyê de ne. Li gorî NY’ê, li Sûdanê zêdetirî 21 mîlyon mirov ango nivê nifûsê, bi bêewlehiya xurekê ya giran re rû bi rû ne.

UNICEF’ê diyar kir ku pevçûn rê li ber gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo bi mîlyonan sivîlan digre û qeyranê kûrtir dike. Ji sala 2023’an vir ve, pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de bûye sedema birçîbûnek berfireh, mirina bi deh hezaran sivîlan û koçberbûna bi qasî 13 mîlyon kesan.

Li gorî NY’ê, li Sûdanê 30 mîlyon mirov hewceyê alîkariyê ne û ji wan 9.5 mîlyon koçberên navxweyî ne. Pevçûnên li Darfûr û Kordofanê didomîn.

Pevçûnên li Sûdanê nêzî 3 sal in didome û di encama pevçûnan de deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 11 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Piraniya wan bêyî pêdiviyên bingehîn, li gund û navendên stargehbûnê dijîn; li gorî NY’ ev yek ji qeyranên mirovî yên herî xirab ên cîhanê ye.